Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin 2020-10-22 15:51:13   NAVENNDA NÛÇEYAN - Şandeyên ji jinên Êzidî pêk hat, li dijî peynama di navbera Hikumeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Kuristana Federe de ya  li ser Şengalê hat qebûlkirin, hevdîtin kir û îtîrazên xwe wiha anîn ziman: "Ev 6 salin em şengalê diparêzin. Ji vê saetê û şûnde jî emê biparêzin."   Hikumeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe, di 9'ê Cotmehê de, têkildarî Şengalê ku DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de, êrişî wir kirbû û komkujî pêk anîbû de, peymanek di navbera xwede îmze kirin. Du şandeyên ji jinên Êzidî pêk tên, li ser vê yekê çûn Silêmaniyê û Bexdayê û hevdîtinin pêk anîn.      Şandeya jinên Êzidî li Silemaniyê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û şandeya din jî li Bexdayê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk tîne. Şandeya Jinan a Êzidî li Bexdayê îro çûn serdana fermandariya giştî ya Hêzên Heşd-î Şabî. Şande ji aliyê fermandarê giştî ya Heşd-î Şabî Ebu Fedek ve hat peşwazî kirin.   'EMÊ CIVAKA XWE BIPARÊZIN'   Di hevdîtinan de şande ser 3 mijaran rawestiyan û gotin: "Mijara yekem; jin û zarokên di destê DAÎŞ de û her wiha yên ku hêj aqûbeta wan nayên zanîn. Em dixwazin hûn di vî alî de helwesta xwe nîşan bidin û kesen ku bûne sedem bên darizandin. Mijara duyem jî esas girtina vîna malbatên şehidan ên ku ku di rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane. Divê di biryaran de vîna wan malbatan esas bên girtin. Mijara seyêm jî hevpeymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatî îmzekirin. Pewîst dike ku kesên li ser vê axê bedel dane nêrînên van jî bihata girtin. Kesên ku me bi qirkirinê re rûbirû hiştine bi tu awayî qebûl nakin û em naxwazin carek din bên ser axa me. Ev 6 sal in me Şengal parastiye û em dikarin ji vir şûnde jî Şengal û civaka xwe biparezin.”   'EM PIŞTIRIYÊ DIDIN CIVAKA ÊZIDÎ'   Fermandarê giştî ya Heşd-î Şabî Ebu Fedek jî di hevdîtinê de wiha nêrînA xwe anî ziman: "Ji bo vîna Şengalê bê naskirin çi ji wan te xwestin dê bikin. Kesên ku civaka êzidî bi qirkirinê re rûbirû hiştine tu mafe wan nîne ku bîryarek li ser Şengalê bigirin. Êzidî edî naxwazin hezên ku dev jî wan berdane carek din vegerin ser axa wan. Em piştgiriyê didin helwesta civaka êzidî"     Hat diyar kirin ku wê dirojên pêş de jî hevdîtinên jinan dewam bikin.