ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin 2020-10-22 15:24:44   ENQERE – Navenda Azadiya Çapameniyê ya Ewropayê, diyar kir ku bi zextan mafê agahî girtinê ya civakê hatiye astengkirin û xwest ku rojnamegerên ji ber avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban derxistibûn holê li Wanê hatibûn girtin, demildest bên berdan.    Navenda Azadiya Çapameniyê ya Ewropayê (ECPMF) ku parçeyek Mudaxaleya Bilez a Azadiya Çapemeniyê (MFRR) ye, derbarê serdegirtina polisan a ofisa Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Wanê û girtina 4 rojnamegerên li bajar daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de girtina rojnamegeran a piştî derxistina holê ya avêtina ji hlîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban û astengkirina malpera MA’yê hat bibîrxistin û hat xwestin ku Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala ku li Wanê hatibûn girtin demildest bên berdan.