Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir 2020-10-20 18:00:50   STENBOL - Dagdehê danişîna Hozan Canê ku bi îdiya "alîkariya rêxistinê kiriye" tê darizandin, taloq kir.    Îro danişîna 3'yem a doza Hozan Canê (Saîde Înanç) li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yem a Edîrneyê hat lidarxistin. Hunermen Canê bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kiriye" tê darizandin. Canê û parêzerê xwe tevli danişînê bûn.   Di danişînê de piştî tespîtkirina nasnameyê, Canê axivî. Canê tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekirin. Dû re parêzerê wê axivî û doza beraeta muwekîla xwe kir.    Piştî parêziyan heyeta dadgehê jî biryara xwe aşkere kir û danişînî taloqî 9'ê Sibata 2021'ê kir.