HDP’e serdana ajansa me kir 2020-10-20 16:57:54   WAN – Ji ber girtina nûçegîhanên me yên ku avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban derxistin holê, HDP’iyan serdana buroya me ya Wanê kirin û destnîşan kirin ku devjbernedana heqîqetê faşîzmê ditirsîne.   Rêxistina HDP’ê ya Wanê û Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Mûrat Sarisaç, ji ber girtina nûçegîhanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgur ku avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban derxistin holê û nûçegîhana jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala, serdana buroya me ya Wanê û buroya jinnewsê kirin.    Di serdanê de Parlamenter Mûrat Sarisaç axaftinek kir û diyar kir ku li şûna cezakirina faîlan rojnamegerên ku heqîqetê ji gel û hemû dinyayê re ragihandin girtine û wiha got: “Faşîzm ji heqîqetê ditirse. Li gel qetilkirin, bombekirina avahiyên wan û revandinê jî kedkarên çapemeniya azad jî terka vê kevneşopiyê nakin. Her çar hevalên me yên hatine girtin li girtîgehê jî dibin dengê heqîqetê. Li vir rastiyek heye. Ev gel li kesên ku ji wan re heqîqetê radigihînin xwedî derdikeve û wê xwedî derkeve jî. Hemû kesên ku ji aştî û civakbûnê bawer dikin, li gel kedkarên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê ne. Em ê tev bi hev re faşîzmê têk bibin.”