Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin 2020-10-20 15:41:52   COLEMÊRG – Mudaxaleyî agirê ku 3 roj berê li herêmeke bi zil a navçeya Geverê derket nayê kirin.   Agirê pirêzeyan ku 3 roj berê li gundê Vezîrava yê navçeya Geverê ya Colemêrgê derket hê jî didome. Li gel ku saziyên eleqedar ji agir hatine haydarkirin jî mudaxaleyî şewatê nayê kirin. Ji ber mudaxalenekirinê agir derbasî herêmên bi zil ên gundên Befirca û Memberê jî bû.