Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin 2020-10-20 15:36:14   STENBOL – Dayikên Laçikspî yên ji ber çalakiya rûniştinê ku destek dabûn zarokên xwe di greva birçîbûnê de dihatin darizandin hatin beraetkirin.   Dayikên Laçikspî yên ji bo balê bikişînin ser zarokên xwe yên li dijî tecrîda li Îmraliyê di çalakiya gireva birçîbûnê de bûn, li ber Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan nobet girtibûn. Derbarê Dayikên Laçikspî de bi îdiayên “li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “muxalefetiya qanûna xwepêşandan û meşa kirine” doz hatibû vekirin û dihatin darizandin. Danişîna doza dayikan li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Kocaeliyê hat lidarxistin. Dayikan û parêzerên wan parastinê kirin û piştî parastinan şandeya dadgehê derbarê dayikan de biryara beraetê da.