TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe 2020-10-20 15:35:33   AMED – Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, diyar kir ku Projeya Vegûherîna Bajar ku tê plankirina li Rezan pêk were dişopînin û got ku divê hemû pêvajo bi gel re bê birêveberin û dê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe.   Lîjneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ya Amedê, derbarê Projeya Vegûherîna Bajar a ku dê li navçeya Rezan a Amedê pêk were de li Odeya Endezyarê Medenê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, nûnerên odeyên TMMOB’ê û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Amedê tevlî civînê bûn.    Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, di civînê de axivî û diyar kir ku divê ji ber Projeya Vegûherîna Bajar a ku dê li navçeya Rezan a Amedê pêk were, mexdûriyet çênebin û wiha got: “ji bo Vegûherîna Bajar divê bi awayekî hurgilî lêkolînên teknîkî, aborî û civakî bên kirin. Divê di tevahiya pêvajoyên bi vî rengî de gel û rêxistinên bajar cih bigirin û armanca rantê tunebe.”   BI FIKAR DIŞOPÎNIN   Hatûn, bi lêv kir ku bi fikar projeya ku tê fikirîn li taxa Kaynartepeyê pêk were dişopînin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Hewl tê dayîn ku bêyî serî li odeyên pîşeyî bê dayîn proje bikeve meriyetê. Raydarên dibêjin ku dê ji bo vegotina gel buroyên têkilîdanînê bên avakirin lê tişta divê bê kirin ne vegotina ji gel re tevlîbûna gel e. Tê gotin ku sal û nîveke amadekariyên projeyê tên kirin, gelo çima hê ji gel re tê ragihandin?”   RASTÎ WEKÎ TÊ GOTIN NÎNE   Di berdewamê de Hatûn, destnîşan kir ku ji bo projeyê ji hêla rayedaran ve tê gotin ku kesên ku bixwazin dê bedêla mal û cihê karê xwe bigirin û derkevin û kesên ku bixwazin bimînin jî dê karibin li vir bimîn, lê ji Sûrê diyar e ku rastî wiha nîne û ev tişt anîn ziman: “Dema ku rant çêdibe peymanên ku bi kesên dixwazin bimînin re hatine îmzekirin jî tên betalkirin. Ji bo ku mexdûriyetên bi rengî çênebin divê gel mafên xwe bi awayekî qanûnî garantî bikin. Em ê destûr nedin projeya li Rezan bişibe projeya li Sûrê. Divê niştecihên taxê jî bêyî ku xwe bigihînin agahiyên rast tu peymanî îmze nekin û li gorî mafên xwe yên qanûnî tevbigerin.”