Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin 2020-10-20 14:48:25   AMED – Bi angaşta ku heqaret li kesên li pêşiya HDP’a Amedê rûniştine kiriye, derbarê Parlamentera HDP’ê Remziya Tosûn de lêpirsîn hat destpêkirin.   Li ser gilîkirina kesên ku bi angaşta zarokên wan ji aliyê PKK’ê ve hatine revandin li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûniştine, Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Parlamentera HDP’ê Remziya Tosûn de lêpirsîn da destpêkirin. Duh dema ku Tosûn ji bo pîrozkirina salvegera partiya xwe çûbû HDP’a Amedê di navbera wê û kesên ku li wir de nîqaş derketibû. Dozgeriyê ji ber vê nîqaşê bi sûcdariya “heqaretê” doz li Tosûn vekir.