Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin 2020-09-29 13:48:41   MERSÎN – Li Mersînê HDP’iyan bertek nîşanî binçavkirina Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulbahar Şofer  û Endamê PM’ê Bariş Karabiyik dan û ev tişt gotin: “Heke tişta hevseroka me kiribe sûc be, me jî heman sûcî kiriye”.   Di saetên serê sibehê de li Mersînê polisan bi ser malan de girtibû û Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulbahar Şofer  û Endamê PM’ê Bariş Karabiyik binçav kiribûn. Rêxistina HDP’ê ya Bajar, li ber avahiya xwe binçavkirina Şofer û Karabiyik bi daxuyaniyekê şermezar kir. Rêxistina CHP’ê ya Bajar, Rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya Bajar û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniya HDP’ê.    Li ser navê girseya ku li hev kom bûbû Cîgirê Hevserokê HDP’ê Ercan Alp axivî. Alp, operasyonên li dijî partiya xwe bi bîr xist û diyar kir ku wê pêşeroj, edalet, wekhevî û demokrasiya welat radestî AKP’ê nekin û ev tişt got: “Heke tişta hevseroka me kiribe sûc be, me jî heman sûcî kiriye”.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.