Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin 2020-09-29 13:00:01 ENQERE - Berdeveka Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku êrîşa li dijî partiya wan di heman demê de êrîşa li dijî vîn û têkoşîna jinê ye. Başaran, da zanîn ku siyaseta serdest a zilam teqez wê bi dawî bibe.  Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê operasyona binçavkirinê ya li dijî HDP'ê de li Navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Komîsyona Jinan a HDP’ê û Koma Jinan a Parlamentoyê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 20 kesên hatin binçavkirin 8 jê jin in û wiha hat gotin: “Ev hevalên me yên jin, ekolojist, akademîsyen, femînîst û jinên ciwan ên têkoşîna jinên kurd bi rêve dibin e. Yanî ev hevalên me nûnertiya piranîparêziya HDP’ê dike ne.”   ‘TERORÎZE KIRIN’    Başaran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dema ku Kobanê dibin êrîşa DAIŞ’ê de bû, desthilatdariya AKP’ê, tenê temaşe kir. Desthilatdariya ku îro ji me hesabê dixwaze, piştgirî dida DAIŞ’ê, alîkarî ateng dikir, hemû sînor girtibûn û Erdogan digot ‘Kobanê ha ket, dikeve.’ Piştî vê gotina Erdogan çalakiyan dest pê kir. Lê ligel vê jî ev çalakî çalakiyên demokratîk bûn. Çawan kû hêzên paramîlîter xistin qadan ev çalakî terorîze kirin.”    ‘OPERASYONA TOL GIRTINÊ’   Başaran, diyar kir ku li dijî kesên ev çalakî provokirin tu gav nehat avêtin û wiha bilêv kir: “Desthilatdarî bi daraza ku teslîm girtiye, li dijî HDP’ê operasyonên tol girtinê birêve dibe. Li Kobanê di pêşengtiya jinan de, têkoşînek mezin hat dayîn. Bi vê operasyonê hemû sûcên xwe, siyaseta xwe ya şer, siyaseta xwe ya rantê, dijminantiya xwe ya jinê, xwezayê û ekolojiyê derxistin holê. Bi vê operasyonê xestin ku taola 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û 31’ê Mijdarê ji HDP’ê bigirin.”   ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA JINAN E’    Başaran, anî ziman ku ev êrîşa li dijî HDP’ê di heman demê de êrîşa li dijî vîna jinê ye û wiha pê de çû: “Hemû êrîşên di 5 salên dawî de yên li dijî HDP’ê, di heman demê de êrîşên li dijî piştevanî û rêxistinbûyîna jinê ye. Êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye. Ji ber ku HDP polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan deşifre dike, rastî van êrîşa tê. Hemû jinên ev êrîş li hemberî xwe dîtin û hêzên demokratîk ev operayonê qirkirina siyasî şermezar kirin. Bûn dengê HDP’ê. Em jin di ferqa van hemû êrîşan de ne. Peyama li dijî van êrîşan ‘li ber xwe nedin û nebin pêşengê têkoşîna li dijî vê’ didin me.”   ‘EMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’   Başaran, dest nîşan kir ku ev êrîş ji navendekê tê birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî dixwaze HDP’ê bi tenê bihêle, weke hedef nîşan dide û krîmînalîze dike. Da ku karibe xwe li ser piyan bigire û desthilatdariya xwe dewam bike. Em jin, li dijî siyaseta ku parçe bike û birêve bibe, bûne yek. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bawer dikin ku siyaseta serdest a zilam, teqez wê winda bike.”