Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike 2020-09-29 11:54:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aykan Sever, der barê ragehişa di navbera Ezerbaycan û Ermenistanê de diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku li tenişta Nahcivan û Derya Hazarê barageha eskerî ava bike.   Rageşiya di navbera Ermenîstan û Azerbeycan de ku di sala 2016'an de dest pê kir û 4 rojin şer heye, şer roj bi roj giran dibe. Her du alî jî ketine nava rewşek awarte. Li aliyekî herdu alî hev tawanbar dikin, li aliyê din jî bang li hêzên navneteweyî dikin û dixwazin îcazetek vî şerî nîşan bidin. Tirkiye jî bi gotina “Du dewlet û yek milet" hewl dide tev li şer bibe û bi her awayî piştgiriyê dide Ezerbeycanê. Rojnameger Aykan Sever ku ji nêzîk ve geşedanên li heremê dişopîne  nirxandin kir. Seven, anî ziman ku rewşa şer li gorî helwesta Rusya û hêzên din ên navneteweyî tê guhertin û wiha got: "Şerê navbera Ermenîstan û Ezerbeycan niha li hesabê her kesî tê. Rageşiya di navbera Ermenistan û Ezerbaycan de di sala 2016'an de dest pê kir, 4 rojin bi şer didome. Ev şer û rageşiyê li herêmê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bi rêxistinkirin.  Li Libya, Suriye, Rojhilata Derya Spî der barê gelek cihan de îdea dike ku xwedî maf e. Wekî çanda fetihê qal dike. Tirkiye bi qasî dixwaze nebe jî dîktatorluk ava kiriye. Artêş û hêza çekdarî heta astekê xurt kiriye. Li Suriyeyeyê cihadist bi xwe ve girêdane. Armanc dike ku bibe hêza emperyal. Lê bi qasî dixwest çavkaniyên aboriyê yên wekî betrop û xaza xwezayî dest nexist. Tê gotin ku ji Bankayê Libya 10-12 milyar dolar pere stendiye. Dîsa ji Katarê pere stendine. Muxtemel e ji Ezerbaycanê jî pere distîne. Lê tişta dixwest bi dest nexistiye û li ser qûnê rûniştiye."    Sever, da zanîn ku cîhan di pêvajoya borînê re derbas dibe û dixwaze di şer de bibe xwedî parek û wiha axivî: "Li Ezerbaycanê 28 salin gelekî ji her tiştî bêzar bûye heye. Dibêjin 'Ev ax ya me ye. Em ê bistînin' Tirkiye xeyal dike ku li Başûrê Kafkasya bibe xwedî Împaratorek."    Sever, bal kişand ser armanca Tirkiye ya li Ezerbeycanê û wiha lê zêde kir: "Tirkiye li Ezerbaycanê dixwaze bibe xwedî artêş. Dixwaze li Nahcivan û Derya Hazarê baragehên eskerî ava bikin. Dixwaze qada xwe ya bandorê fireh bike. Dixwaze sazî û şîrketên wekî yên petrol-xazê arizî bike û bifroşe Tirkiyeyê. Dixwaze Ezerbeycanê ji kontrola Rûsya derxe û têxe kontrola Tirkiyeyê. Tirkiye bi rêya Ezerbeycanê dixwaze deriyê Kafkafê li xwe veke."       Sever, li ser komêm çekdar ên ku wan ji Sûriye dişîne Ezerbaycanê jî rawestiya û wiha got: "Bi qasî tiştekî şênber min dîtiye û hatiye îspatkirin tune ye. Aliyê Ermenî gelek wêne û videoyan parve dike. Tiştek nayê dîtin. Lê fikara bi rastî jî ev aydî wir in? Hişê Tirkiye li ser vê yekê ye. Li Ezerbaycanê Şîî û sunnî li hev nakin. Li Tirkiyeyê vê yekê li dijî Kurdan pêk tîne. Bi meseleya Sunni Îslam fêr dike. Di nîsana 2016’an de gotin PKK'î ji Qandîlê hatine Karabagê. Heta ku herdu alî li hev nekin û muzakere nektin, hêzên navneteweyî dê bixwazin vê yekê ji xwe re bikin bingehek."      MA / Sedat Yilmaz