Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-09-29 11:53:58   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez bi boneya bi miwekîlên xwe re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.    Ji 7’ê Tebaxê heta niha parêzeran 106 serlêdan kirin, lê heta niha bersiva serlêdanên wan nehatine dayîn.