Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan! 2020-09-29 11:39:55   AMED – Bi biryar û daxwaza Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûnîr Karaloglû, rêveberiyên walîtî, şaredarî û hin saziyan hatin guhertin. Derket holê hin kesên ku Karaloglû peywir dane wan girêdayî Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ne.   Walî û Qeyûmê Amedê Mûnîr Karaloglû ku di 10’ê hezîranê de bi Biryarnameya Waliyan a bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, tayînî Amedê hat kirin, qadroya xwe ava dike. Karaloglû, hem di rêveberiya walitiyê de hem jî di rêveberiya şaredariya ku weke qeyûm tayînê wê hatiye kirin de guhert pêk anîn. Dîsa li ser daxwaza Karaloglû di rêveberiya hin saziyên cemaweriyê de jî guhertin pêk hat.    Karaloglû ku hevbajariyê Erdogan e, li walîtiyê di Miduriyeta Nivîsgeha Taybet û Miduriyeta Têkiliyên Gel û Çapameniyê de guhertinan pêk anîne. Her wiha li Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê jî Alîkarê Sekreterê Giştî û serokên 8 daîreyan guhertiye.    Guhertina li walîtiyê, destpêkê di Miduriyeta Nivîsgeha Taybet pêk hat. Haci Çoşgûn ê ku vê peywirê dimeşand ji vê peywirê hat girtin û li şûna Mûstafa Çakmak ku 6 sal bûn Midurtiya Têkiliyên Gel û Çapameniyê dikir, hat peywirdarkirin. Her wiha Çakmak weke Midurê Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî hat tayînkirin.    6 JÊ JI BAJARÊN DIN IN   Walî Karaloglû, li şaredariyê jî destpêkê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê Ayhan Kardan, weke Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tayîn kir. Her wiha Kardan, wê wekaleten li Sekreteriya Giştî ya Şaredariyê ku ji Muhsîn Eryilmaz hat valakirin jî binêre. Piştî vê guhertinê serokên 8 daîreyan jî hat guhertin. Ji van guhertinan 6 jê ji derveyî bajar hatine kirin. Karaloglû ji Antalyayê 3 kes, ji Kocaeliyê 2 kes û ji Edeneyê jî kesek aniye.    EW NAV BÛ SEROKÊ DAÎREYÊ   Ji bilî van 6 kesên ku ji derveyî bajar anîne, Karaloglû, Midurê Berê yê DEDAŞ’ê Nîhat Nûrbakî ku navê wî di nelêrêtiyan de derbas bûbû û ji ber gotinên wî yên li dijî jinan bertek tundî lê hatibû kirin jî tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Bejahiyê kiriye.    JI ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ ANÎ ŞAREDARIYÊ    Karaloglû, Dr. M. Hayrûllah Akyildiz ku li Zanîngeha Dîcleyê di Beşa Endezyariya Înşaatê de Endamê Hîndekariyê bû, kir Serokê Daîreya Xizmetên Civakî. Akyildiz, di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2018’an de li Amedê bûbû bernazmetê AKP’ê.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di Serokatiya Daîreya Karên Nivîsê de jî wê guhertinek bê kirin. Hat hînbûn ku wê ji derveyî bajar kesekî li vê daîreyê peywirdar bikin.    MIDURÊ PERWERDEYA NETEWEYÎ Û MIDURÊ WERZÎŞÊ JÎ GUHERÎN   Li gel van guhertin li walîtî û şaredariyê, li ser daxwaza Walî Karaloglû, Midurê Perwerdeya Neteweyî û Midurê Werzîşê yên Amedê jî guherîn. Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Antalyayê Yuksek Genç û Midurê Werzîşê yê Îzmîrê Nuamer Ûslû li her du miduriyetên bajar hatin peywirdarkirin.    GIRÊDANA WAN A CEMIYETA BELAVKIRINA ZANÎSTÊ   Balkêş e van kesên ku ji aliyê Walî Karaloglû ve li Amedê hatine peywirdarkirin, girêdayî Cemiyeta Belavkirina Zanîstê (ÎYC) ne. Ev cemiyet, nêzî Cemiyeta Nûrcûyan e û di 17’ê cotmeha 1951’an de bi armanca “parastina nirxên menewî û neteweyî” li Stenbolê hatiye damezrandin. 175 şax û 174 wargehên cemiyetê hene. Li wargehên wê nêzî 30 hezar xwendekar hene. Cemiyet yek ji cemiyetên ku piştgiriyeke micid ji dewletê digireye. Serokkomariyê “Plaketa Xizmetên Serkeftî” û Wezareta Perwerdeya Neteweyî jî “Plaketa Spasiyê” dane vê cemiyete.    Walî Karaloglû dema ku Waliyê Antalyayê bû, serokê şaxa cemiyetê yê Antalyayê Yûnûs Yuksel û endamên lîjneya rêveberiya cemiyete li meqamê xwe kiribû mêvan. Wêneyên vê mêvantiyê hê jî li ser Malpera Walîtiya Antalyayê hene.     DI RÊVEBERIYA ŞAXÊ DE CIH GIRTIBÛ    Mehmet Kesen ku Karaloglû wî kir Serokê Daîreya Qada Şîn, Parq û Baxçe, di Rêveberiya Şaxa ÎYC’ê ya Kocaeliyê de cih girtibû. Ahmet Ozkaraaslan ku Karaloglû wî ji Kocaeliyê Daîreya Qada Şîn, Parq û Baxçe jî di nav kesên ku li ser hesabê xwe yê Facebookê dişopîne de Şaxa ÎYC’ê ya Derînceyê heye.   SEROKÊ BERÊ ŞAXÊ   Alî Çelîk ku Karaloglû wî aniye Serokatiya Daîreya Civak û Çandê jî Serokatiya Şaxa ÎYC’ê ya Uskudarê kiriye. Dîsa li gorî agahiyên ku li ser malpera Komeleya Derçûyên ÎYC’ê (VEFADER), Çelîk hê jî endamê esil ê lîjneya rêveberiyê ye.   Nuammer Ûslû ku Karaloglû wî kiriye Midurê Ciwanan û Werzîşê yê Bajar jî têkiliyên wî bi Şaxa ÎYC’ê ya Îzmîrê re hene. Wêneyên Ûslû yên serdana vê şaxê li ser hesabê wî yê Facebookê hene.