2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin 2020-09-29 10:59:20 QERS - Danişîna 2 dozên derbarê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” dibin çavan de ye hatibûn vekirin, wê di 1’ê Cotmehê de bên dîtin.  Danişîna 2 dozên derbarê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen hatibûn vekirin wê di 1’ê Cotmehê de bên dîtin. Bîlgen di 25’ê Îlonê de, di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” ya li aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de hat  binçavkirin û hîna jî dibin çavan de tê girtin.     Yek ji dozên Bîlgen wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Êlihê bê dîtin. Bîlgen di 19’ê Îlona 2016’an de, beşdarî çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê bibû. Ji ber vê bi îdîaya “beşdarî civîn, meş û xwepêşandanên li dijî qanûnê bûyîn” derbarê Bîlgen de hatibû vekirin.     PIŞTÎ 6 SALAN DOZ VEKIRIN   Doza Bîlgen a din jî wê li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. Bîlgen ji ber twîttera xwe ya di 2’yê Tebaxa 2014’an de parve kiribû, bi îdîaya “propagandeya rêxistinê kir” tê sûcdarkirin. Lêpirsîna vê dozê piştî ku Bîlgen ji bo Hevşaredariyê hat hilbijartina, hat destpêkirin.   JI BÎLGEN DAXUYANÎ   Bîlgen ê dibin çavan de ye, pêr derbarê van her du dozên xwe de, ev daxuyanî da bû: “Kesên ku hîna jî dixwazin bi qirêjiya Zekeriya Oz bilîzin, divê baş zanibin ku wê ev qirêjî belavî wan jî bibe. Di tevahiya heftê de ez hatim darizandim, hemû gundarkirin û amadekariyên dosyayê aîdê Zekeriya Oz û ekîba wî ne.”