'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin' 2020-09-29 10:55:45 ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alican Onlu, diyar kir ku bi van operasyonan hemû hêzên muxalif kirine armanc û wiha got: "Divê li dijî vê yekê hemû hêzên muxalif bibin yek. Eger em hêzên muxalif bibin yek emê bi ser bikevin."  Bertek û nerazibûnên li dizî operasyon û êrîşên li ser HDP'ê didomin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alican Onlu, diyar kir ku bi van operasyonan hemû hêzên muxalif kirine armanc û wiha got: "Divê li dijî vê yekê hemû hêzên muxalif bibin yek. Eger em hêzên muxalif bibin yek emê bi ser bikevin." Onlu, anî ziman ku ev operasyon perçeyekî "Plana Têkçûnê" ye û wiha got: "Bi vê operasyonê tenê HDP nekirin armanc. Hemû hêzên muxalif kirin armanc. Kesên hatine binçavkirin, nûnertiya wan nişan dide ku ev operasyon li dijî hemû hêzên Muxalif e. Ayhan Bilgen, ne tenê nûnerê partiya me ye. Wîcdanê hemû gelan e û bûye sembol. Sirri Sureyya xwedî gelek nasname ye. Nasnameya wî ya hunerê û şoreşgerî heye. Di vê operasyonê de netê kîna Kobanê tune. Di heman demê de ya Gazî jî heye. Kesek wekî Beyza Ustun, di têkoşîna jinê û ekolojiyê de cih girtiye. 20 kesên hatine binçavkrin hemû cure û rengên HDP’ê temsîl dikin. Xwedîderktetina partiyên muxalif erênî ye. Hêzên bi hevre têbikoşin di nava muxalefetê de heye. Pêdivîyên cemaweriye ji vê yekê heye. Divê hemû hêzên muxalif eniya xwe bikin yek û têkoşîna xwe bi hevre mezin bikin. Divê hemû hêzên muxalif yekîtiya xwe bêtir xurt bikin û mezin bikin. Em hemû bi hevre li dijî van êrîşan li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin."    MA / Berivan Altan - Emrullah Acar