Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê 2020-09-29 10:36:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserok Bernd Rîexînger jî di nav de komek ji parlamenterên Partiya Çep a Elman, li Meclîsa federal ala HDP'ê vekirin û piştgirî dan siyasetmedarên hatin binçavkirin.    Ji partiyên muxalefetê yên Meclîsa Federal a Elman, Partiya Çep piştgirî dan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî zextên desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber xwe dide. Piştî civîna komê ya li Meclîsa Federal, komek ji wekîlên Partiya Çep ala HDP'ê vekirin û binçavkirinên siyasetmedar, hevşaredar, parlamenter û rêveberên HDP'ê şermezar kirin.   Hevserok Bernd Rîexînger jî di nav de parlamenteran, diyar kirin ku operasyona binçavkirinê hewldanek rejîma Erdogan a ji bo tepisandina muxalefeta demokratîk e. Wekîlên Partiya Çep ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel xwestin ku ji bo dawî li zextên li ser HDP'ê bên anîn bikeve nava liv û tevgerê.   Parlamenterên Partiya Çep ên ala HDP'ê vekirin û peyama piştgiriyê dan, wiha ne: Bernd Riexinger, Gokay Akbulut, Stefan Liebich, Michel Brandt, Cornelia Möhring, Ulla Jelpke, Simone Barrientos, Jörg Cezanne, Eva-Maria Schreiber, Jessica Tatti, Tobias Pfluger û Andrej Hunko.