Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe 2020-09-29 10:23:11   STENBOL - Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê ji bo zext û operasyonên binçavkirinê yên desthilatdariyê pênaseya “Ket birî ku bi destê xwe kûla” û got: “Xwestin ku HDP’ê cihekar bikin, lê tabloyek berevajî vê derket holê û piştevaniyek mezin ji bo partiya me çûbû.”    Di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de, gelek siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin û ev 5 rojina dibin çavan de ne. Ji roja dest pê kê ve, bertekên li dijî operasyon û binçavkirinan dewam dikin. Gelek partiyan, rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehên cuda, li bajaran çûn serdana HDP û piştevahiya xwe diyar kirin. Di heman demê de li ser banga gelek ronakbîr û nivîskaran dest bi kampanyeya “Bibe endamê HDP’ê” hat kirin û ev kampanya li gelek bajaran pêl bi pêl belav bû.    Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci, diyar kirin ku piştî operasyonê bi sedan kes serî li partiya wan dan û bûne endam.    DESTHILATDARÎ KET BÎRA BI DESTÊ XWE KÛLAYÎ   Hevserok Elîf Bûlût, binçavkirinên siyasetmedaran weke “operasyona tolgirtinê” pênase kir û wiha axivî: “Ev operasyon di destê desthilatdariyê de ma. Vê operasyonê, têkoşîna HDP’ê ya mafdar carek din derxist holê. Desthilatdarî bi vê operasyonê ket bîra bi dest xwe kûlayî. Ji ber ku xwestin HDP’ê cihekar bikin, lê tabloyek berevajî vê derket holê û piştevaniyek mezin ji bo partiya me çûbû. Yanî tiştekê ku desthilatdariyê qet ne dixwest derket holê. Êdî rewş wisan bûye, her ku desthildarî êrîşî HDP’ê dike, HDP bi hêztir dibe. Piştevaniyên pir xurt çêbûn. Me dît ku dostên me bimere ne. Evê yekê jî hêzek mezin da me.”    SERLÊDANÊN ENDAMTIYÊ ZÊDE BÛN    Bûlût, da zanîn ku li dijî operasyonê bertekek topyekûn derket holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwedî derketine mezin ji bo HDP’ê çêbû. Ji medeya civakî bigirin, di her qadên jiyanê de piştevanî çêbû. Gelek kesan li ser medya civakî xwe gihandin me û gotin ew dixwazin bibin endam. Em girîngiyeke mezin didin endamtiya dildar. Ji ber vê her endamtî ji bo m pir girînge. Dîsa gelek kes li me geriyan û gotin ewê êdî dengê xwe bidin HDP’ê. Em ê jî, di vê wateyê de, li hemû bajar û navçeyan, qad bi qad, kolan bi kolan bigirin, endamên xwe zêde bikin û piştevaniya xwe mezintir bikin. Em dibêjin dem dema HDP’ê ye. Ji bo piştevanî û xwedî derketinê, em banga werin bibin endamên partiya me, dikin.”    ‘XWEDÎ DERKETIN BERHEMÊ HAFIZEYA CIVAKÊ YE’   Hevserok Erdal Avci jî, ji bo operasyona li dijî partiya xwe nirxandina provokasyonê kir û wiha got: “6 sal bi ser çalakiyên Kobanê re derbas bûn. Xwestin bi vê HDP’ê di raya giştî reş bikin. Êdî hemû kes jî, baş dizane ew roj berhemê çeteyên bi cemaetê ve girêdayî bûn. Em bi awayekê aşkere dikarin bêjin, ew pêvajo bi destê hikumetê hat pêşxistin. Îro xwedî derketina partiya me, bûna endam û piştevanî dayîn, berhema hafizeya civakiye. Xwedî derketine  mezin çêbû.”    BANGA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ   Avci, dest nîşan kir ku di rewşa heyî de daxwaza aştiyeke birûmet pir zêde bûye û wiha bilêv kir: “Ji hemû hêzan zêdetir HDP’e aştiyê dixwaze. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku ji bo pêşketina şatiyê, wekheviyê û demokrasiyê werin piştgiriyê bidin HDP’ê. Em dixwazin bi hevre bi hemû hêzên demokrat re li dijî faşîzmê bibin yek.”    MA / Nacî Kaya