‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’ 2020-09-29 10:08:08 AMED - Tenduristvanên ku li Amedê di beşa covîd-19’ê de dixebitin, diyar kirin ku ji ber şewba vîrusa coronayê gelek tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin û gotin: “Em tenduristvan têk diçin û dimirin. Divê ev pêvajo li gor rêbazên zanîstî were bi rêvebirin.”   Li Amedê hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ku ji ber şewba vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest didin gihişt 10 kesan û hejmara xebatkarên ku bi Kovîd-19’ê ketin jî ji 800'î derbas kir. Xebatkar ji destpêka pêvajoya pandemiyê ve pirsgirêkên ekîpmanan dijîn. Berî 1’ê hezîranê pêvajoya asayîkirinê hejmara xebatkaren ku enfekte bûbûn 95 bû. Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs û Endama Reveberiya Odeya Tabîban a Amedê (DTO) Rezan Altindag derbarê pirsgirêkên ku dijîn de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.   ‘HER ROJ TESTA 6 KESAN POZÎTÎF DERDIKEVE’   Rêveberê DTO'yê Rezan Altindag Altindag, diyar kir li nexweşxaneya ku dixebite li gor gelheya bajêr her roj testa 6 kesan pozîtîf derdikeve û wiha got: “Nexweşxaneya ku dixebitim alav zêde nînin, hejmara ekîpmanan jî gelek kêm e. Ji ber vê yekê em gelek nexweşan sewq dikin. Ji xwe gelek bijîşkên pispor li nexweşxaneya me nînin. Nexweşxane li ser beşa lezgîn e. Pandemiyê bandor li hevalên me kir. Tenduristvanên bi vîrusê ketine niha di ser 660’an e. Westan pir çêdibe. Wek em dibêjin ‘em têk diçin, dimirin.’ Hevalekî me ji ber zêde xebitînê întixar kir. Hem bi awayekî fîzîkî hem jî psîkolojîk tenduristvan têk diçin. Ji ber wê yekê pêvajo xerab diçe.”   ‘DIVÊ PÊVAJOYA PANDEMIYÊ LI GOR RÊBAZÊN ZANÎSTÎ WERE BIRÊVEBIRIN’   Altindag, destnîşan kir ku daxwaza wan ew bû ku bêrî pêvajoya vîrûsa coronayê bê vê astê bi awayekî zelal û demokratîk pêvajo bi rêvebirin bû û ev tişt got: “Gelek daxwazên me hene lê hinek kismî tên pêşwazîkirin hinek jî ser wan tê girtin û nayên bersivandin. Divê ev pêvajo li gor rêbazên zanîstî were birêvebirin. Ev yek bandorê li me dike. Li nexweşxaneya me hejmara tendurîstvanên ku bi nexweşiya vîrusê ketine ji 10’an zêdetir e û her ku diçe jî hejmar zêdetir dibe."   ‘NÎŞANE YÊN VIRUSÊ BIN JÎ TEST POZÎTÎF NEBE DESTÛR NADIN’   Rêveberê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî destnîşan kir ku belavbûna şewbê her roj bandorê li wan dike û wiha got: "Heta ku şewb di laşê mirov de xwe nîşan bide, tesîrekê bike 14 roj demê wê heye. Lê belê kesê ku testa wî pozîtîf derketana berê 14 roj îzole dikirin niha kirine 10 roj. Vê ji bo aboriyê dikin. Li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Mesele yekî tendurîstvan 10 rojan nexweş be divê testa wî pozîtîf be, pozîtîf nebe destûra îzolasyonê jî nadinê. Divê rapor bigire ew jî ji ber ku nivîs şandine gotine ‘raporê nedin tenduristvanan’. Her tim vê astengiyê, mobîngê ava dikin. Dema te ev yek ji Serbijîşk an jî ji rayedarên nexweşxaneyê re got dibêjin ‘ez jî baş fêm nakim'. Bi vê tevgerîna wan li her derê nexweşî zêde dibe.”   ‘ARMANC NE JIYAN AN MAFÊ TENDURISTIYÊ YE’   Ûlûs, da zanîn ku ji 1’ê hezîranê şunde li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê nêzî 15-20 tendurîstvan bi şewba vîrûsa coronayê ketine û wiha berdewam kir: “Li Nexweşxaneya Zanîngehê du hevalên me ji covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan. Lê dîsa li gor vê rewşê tevnagerin. Aboriyê bandoreke zêde li Tirkiyeyê kiriye. Armanca wan ne jiyan an mafê tenduristiyê ye. Em niha di beşa şewbê de dixebitin. Ji ber ku dibe em pê ketibin û nexweşî jî pê bêxin, wê demê rewşa wî girantir dibe. Niha dibêjin bixebitin. Bijîşkên ku bi vî şiklî xebitî û di klînîka xwe de 15 kes bi şewbê xistî jî hene. Lê êdî temasa me tune ye. Hejmara me kêm e rojekê ne rojekê em dixebitin. Mirov dema zêde dixebite laş jî diweste.”   ‘TENDURISTVAN DIXWAZIN NEXWEŞ BIBIN KU LI MALÊ RÛNIN’   Ûlûs, bi lêv kir ku ji ber şewba vîrûsa coronayê gelek tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa tenduristvana nayê dîtin ji ber wê têk diçin. Ji ber wê yekê gereke desthilatdarî û rayedar li gor wê gav biavêjin. Ji 1’ê adarê ve ji ber şewba vîrûsa coroanayê 10 hezar kes hatine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û çûn, lê yên ku ji ber nexweşiyê razandine nêzî 2 hezar kesî ne. Dîsa nêzî sed kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Lê hejmara li gor klînîkê na hesibînin. Li gor PCR (Reaksiyona Zincîr a Polîmeraz) lê dinêrin. Li ser vê esasê dimeşe. Karê tenduristvanan her ku diçe girantir dibe. Dibêjin ez hinek nexweş bibim li malê rûnim. Lê nikarin li malê rûnin.”   MA /Fahrettîn Kiliç / Fethî Balaman