Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin 2020-09-29 09:53:14   STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, bertek nîşanî operasyan û zextên li dijî HDP’ê dan û got: "Divê her kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Faşîzm yên ku bi tenê dimîne tune dike. Ji xeynî rêxistinê çare tune ye. Divê êdî em xwe ji rewşa parastinê derxin û faşizmê ji xwe dûr bixin."      Polîsan bi fermandariya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014’an li dijî 82 endam û rêveberên HDP'ê operasyon pêk anîn û zêdeyî 17 kesan binçav kirin. Bertek û nerazibûnên li dijî binçavkirin û operasyona li ser HDP'ê didome. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdil Ugurlu, bertek nîşanî vê operasyonê da û destnîşan kir ku dixwazin bi van operasyonan tolê ji gel bistînin.    PROTESTOYÊN KOBANÊ ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK BÛN     Îdîl Ugurlu, anî ziman ku çalakiyên li dijî Kobanê çalakiyên demokratîk û aştiyane bûn û wiha got: "Ev çalakiyên bi vî rengî di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiye de cihê xwe digirin û çalakiyên demokratîk û aştiyane ne. Dema çalakî hatin li dar xistin, Ahmet Davutoglu Serokwezîr bû. Efkan Ala Wezîrê Karên Hundir bû. Wê demê Selahattin Demirtaş Hevserokê Giştî yê HDP'ê bû. Demîrtaş xwest bêyî bûyer çêbibe çalakî bli dawî bibin. Lê Serokomar Erdogan got ‘Kobanê ha ket ha ket'. Lê Kobanê neket. Em dizanin yên li Kobenê bi kêre şer kirin. Wê demê kesên dixwestin li Rojava xeba sêyemîn ava bikin parastina Kobanê dikirin. Li aliyê din bi navê Dewleta Îslamê yên serê mirovan jê dikirin hebûn. DAİŞ hebû. Çima Kobanê bikeve. Yên diviya bû derketina hêza DAÎŞ'ê bû. Ku Kobanê biketa wê têketa destê DAIŞ'ê. Bi vê gotinê raste rast piştgirî da DAÎŞ'ê. Bi vê operasyonê dixwazin tola xwe hilînin.  Têkoşîna Kobanê ji bo jinan, xizanan, kedkar û hemû cîhanê bû hêz û moral. Wê demê tenê nexwestin Kobanê bixin. Bi vê operasyonê tenê tolê ji HDP’ê nastînin. Dixwazin ji hemû gelê cîhanê tolê bistînin. Davutoglu,  wê demê got 'Me her tişt avêt hundirê xwe. Gelek tişt ne rast in. Lê em bê deng man. Divê Davutoglu îro derkeve û vê raztiyê bîne ziman. Divê Ahmet Davutoglu, Ali Babacan û Efkan Ala deynê xwe yê li hemberî gelên Rojhilata Navîn bide."   Ugurlu, da zanîn ku AKP bi hesta têkçûnê êrîşî HDP'ê dike û wiha lê zêde kir: "Piştî 6 salan çalakiyên Kobanê  nûjen dikin. Bi van binçavkirinan êrîşî kesên ku dengê xwe dane HDP’ê dike. Ev ne êrîşên nû ne. Bi salan heman êrîş tên kirin."    TIŞTÊN LI ARJANTÎNÊ PÊK HATIN LI TIRKIYEYÊ DUBARE DIBIN    Ugurlu, bal kişand ser 2 welatiyên li Wanê ji helikopterê avêtin û wiha bi dawî kir: "Buyerên bi vî rengî berê li Arjantinê pêk hatibû. Bûyerên li Arjantînê pêk hatin li Tirkiye dubare dibin. Kî dikare welatiyên xwe ji helikopterê bavêjin? Yên dikin ji ber ku ji daraz û darizandinê natirsin. Ji ber ku dizane li pişt wan Qesr heye. Ji bo girtina Hevberdevkê me Sedat Şenoglu tu sedem tune ye. Bêyî delîl û belge mirov bi salan girtî dimînin. Îqtîdara AKP-MHP'ê mafê gelan binpê dike. Hemû kesên li ser vê axê dijî bacê dide dewletê. Lê ji hemû mafê xwe bêpar in. Mafê wan ê xwe bi rêxistin bikin û gotinekê bêjin tune ye. Hindik maye ku mafê wan ê gerî jî ji destê wan bigirin. Divê êdî kes nebe şirîkê vî sûcî. Divê hemû gelê Tirkiyeyê erka xwe pêk bînin. Divê hemû kesên ji politikayên îqtîdarê bêzar in bibin yek û xwe bi xêristin bikin. Ji ber ku faşîzm kê bi tenê dibîne wan tune dike. Ji xeynî rêxistinê tu çare tune ye. Divê em êdî pêngava xwe parastinê derbas bikin û faşizmê ji xwe dûr bixin. Roj roja ku em xwe azad bikin e. Eger Kurd nefesê nestînin, Tirk jî nikarin nefesê bistînin. Roj roja em Tirkiyeyê azad bikin û aştiyê ava bikin e."   MA / Ferhat Çelîk - Mehmet Aslan