Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin 2020-09-29 09:21:34 MÊRSÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer û endamê Meclîsa Partiyê Bariş Karabiyik hatin binçavkirin.    Hevseroka Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Gulbahar Şofer û endamê Meclîsa Partiyê (MP) Bariş Karabiyik, di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Şofer û Karabiyik ên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn li Midûriyeta Ewlekariya Bajêr tên girtin.    ÇALAKIYA ‘MIROV RAWESTE’   Şofer û Karabiyik, ligel hemû astengkirinên polîsan jî, duh li ber avahiya partiyê li dijî binçavkirinên siyasetmedaran çalakiya “Mirov raweste” li dar xistibûn.