‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’ 2020-09-29 09:20:58 AMED - Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, diyar kir ku tecawiz di encama hişmendiya mêtîngeh de derketiye holê û wiha got: “Ji ber ku çanda tecawizê heye, em jî berpirsiyarin ku bîst û çar saetan hem bi awayê hiş hem jî fîzîkî her saetê xwe biparêzin.”     Li Tirkiyê li gel kuştinên jinan bûyerên tecawiz û îstîsmara zarokan her roja diçe zêdetir dibin. Çanda tecawizê ya ku li tevahiya cîhanê jin pêre rûbirû dimînin, li Rojhilata Navîn jî gihiştiye asta herî jor. Bi taybetî li Tirkiyeyê di 8 mehên 2020’an de, bi qasî bûyerên di çapemeniyê de hatin dîtin, 55 jin bi tecawizê re rû bi rû men û 40 zarok jî bi tacîrê re rû bi rû man. Li bajarên kurdan êrîşên zayendî yên esker û polîsan ku li dijî jinên kurd pêkhatin, çanda tecawizê careke din ji niqaşê re vekir. Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras derbarê tecawiz, tacîz û kuştinên jinan de axivî.       TECAWIZ ÇIYE?   Aras, bal kişand ser destdirêjiya ku li jinan tê kirin û wiha axivî: “Peyva tecawizê bi serê xwe tê wateya xesp, derdestî, bi dest xistin, xwedî bûn û bi darê zorê tundî bikaranîne. Lê di lîteraturê de, zêdetir bêyî biryara xwe bi tundiyê bedena jinê bi dest xistin e. Esas tecawiz bêyî biryara jinê bi tundî û zorê pê re bikeve têkiliya zayendî nîne. Ya rast di wateya ku bi hişmendiya mêtîngeriyê nirxên ku hatine afirandin bi dest xistine. Lê ji ber ku tecawiza li ser bedena jinê hesastir e û peyamên cidî di nava xwe de dihewîne,  wateya ku ewil tê bîra mirov, tundiya zayendî ya derbarê jinê de ye.”   ‘TECAWIZ YA KU ZILAMTIYÊ DIDE JIYÎNE’   Aras, anî ziman ku tecawiz bi xwe bi bîrdoziya zayendî eleqedar e û wiha got: “Di zayendiyê de mêr, mêranî di asteke bilindtir de ye û wateyeke ku divê mêr xwediyê jinê be di nava xwe de di hewîne. Ji aliyê dîrokî ve jî peyveke bi hezaran sala ne tê bikaranîn e. Beriya 6 hezar salan di nava qebîleyan de revandina jinan û tecawizkirina wan em dest pê bikin. Bi taybetî bi avabûna bajarvanî û dewletê re  tecawizkirina jinan pêş ket. Ev jî hem nîşandayina mêrtiyê ye û hem jî rewşeke ku peyamên polîtîk û siyasî di nava xwe de dihewîne ye. Dema zayedperestiya civakî hat avakirin esas bi hişmendiya ku mêr jinê bidest bixin, bibin xwediyê jinan, bedena jinê ji bo mêr hatiye afirandin dixwazin di civakê de bi cih bikin. Ev di mîtolojiyê de jî û di şirovekirina olên yek Xwudayî de jî wisa ye. Ji ber wê yekê ne têgiheke ku tenê sedsala 21’emîn eleqedar bike ye. Tecawiz ji xwe ewe ku ya mêrtiyê dide jiyîn, domandin û meşrû kirin e. Têgiha tecawizê bi serê xwe têkiliya wê bi şer, desthilatdarî, dewletbûyîn û komkujiyan re heye.”   ‘PEYAMÊN TECAWIZKIRINÊ YÊN SIYASÎ Û POLÎTÎK HENE’   Aras, bibîrxist ku ji salên 90’î heya niha li Kurdistanê bûyerên tecawizkirina jinan heye û wiha berdewam kir: “Peyamên tecawizkirina jinê yên gelek siyasî û polîtîk hene. Me tecawizkirina jinê ya mêran li ser zayenperestiyê hinek nirxand. Lê li vê derê wek bîrdozî netewperestî û mêtîngehî dikeve meriyetê. Ji ber ku bedena jinê wek erdnîgarî, ax û çanda ku dixwazin dagirbikin tê dîtin. Bi tundiyê bidestxistina jinê, esas tê wateya bidestxistina ziman, çand, dîrok û hemû nirxên ku wî gelî afirandî. Ji ber vê yekê ne tenê li Kurdistanê, li Sirbîstanê, li Vîetnamê, li Afrîkayê û gelek deverên cîhanê dema behsa şer hat kirin. Tê wateya ku eskerên dagirker tecawizê jinan kirine, zarok pê dane welidîn û qetil kirine. Di mêtîngeriyê de peyameke wisa cidî tê dayîn.”    ‘LI SER BEDENA JINÊ PEYAM DIDIN GEL’   Aras, da zanîn ku nirxên ku tevgera jinên kurd afirand û têkoşîna ku heta vê rojê anîn pergala desthilatdar a baviksalar tehamul nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo têkoşîna jinan asteng bikin ji aliyekî li ser bedena jinê peyam didin gel, dibêjin ‘binêr min tu bi dest xistî’, ji aliyekî din jî ji bo têkoşîna jinan asteng bikin tecawizê bikartînin. Di hişmendiya mêtîngeriyê de tecawiz, hesta dixwazin bibin xwediyê kesên ku ne ji wan, her tiştî bi dest bixin, ji holê rakin, asîmîle bikine. Îro gelek welat ji bo çavkaniyên li bin erd tên mêtîngeh kirin. Mêtîngehkirina Kurdistanê ne tenê ji bo çavkaniyên wê yên bin erde. Kurdistan erdnîgariyek, çandek, zimanek, berxwedana gel a qedîme. Ji ber wê yekê ji bo hişmendiya faşîst a desthilatdar astengiya herî mezin kevneşopiya qedîm e ku li hemberî wê disekine, ji bo hebûna wê divê kevneşopiya qedîm ji holê were rakirin.”   HESKÎF, ASTENGKIRINA ZIMAN Û ŞEWATA ÇIYAYAN JÎ TECAWIZ E   Aras, destnîşan kir ku binasiya hebûnê ya mêtîngehiyê tecawize û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku tecawiz tê wateya ku ‘min tu bidest xistî’ bi taybetî li dewletên mêtîngeh gelek bûyerên wisa re rûbirû dimînin. Tecawiz ne tenê li ser bedena jinê pêk tê, mayîna di bin avê ya Heskîfê, astengkirina zimanê dayikê, şewatên li çiyayên Kurdistanê çêdibin, li dijî bûna çand û nirxên gelê kurd jî tecawize.”   LI DIJÎ KUŞTIN Û TECAWIZAN KAMPANYAYA ‘EM XWE DIPARÊZIN’   Aras, bal kişand ser kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a ‘Em Xwe Diparêzin” a ku li dijî kuştin û tecawizên jinan ên di pêvajoya dawî de dan destpêkirin û wiha domand: “Bi taybetî di demên dawî de li her qada jiyanê li dijî jinan her cureyên tundî, zext û rêbazên tecawizê tên pêkanîn. Ev tiştên ku tên jiyîn nê yên ku îro derketine holê. Bi hikumetê, bi AKP’ê re ji ber ku hatiye meşrû û normal kirin û bê ceza hatiye hiştin di vê astê de ye. Ji aliyêkê tecawiz û kuştina zêde dibe ji aliyekê jî kesên li dijî vê yekê têdikoşin re êrîş tên kirin. Ji ber vê yekê elbet hiqûq û edalet girîng e lê em jin dizanin şûna ku li benda hiqûqê bin divê em xwe biparêzin. Ji ber ku çanda tecawizê heye, em jî berpirsyarin ku bîst û çar saetan hem bi awayê hiş hem jî fîzîkî em xwe biparêzin. Heke em her roj her saet di bin êrîşan de bin divê em her saetê xwe bi parêzin.Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê vegeriyane goristana jinan.”     ‘DERXISTINA HOLÊ YA HEQÎQETA JINÊ TÊ ARMANÇ KIRIN’   Aras, diyar kir ku tecawiz û kuştina jinan ne bûyerên ku bi serê xwe ne û ev tişt got: “Ev bûyer, polîtîkayên bîrdar ên ku ji aliyê hikumet û dewletan ve tên xwedî kirinin. ‘Xwe parastin’ tenê bi awayekî fîzîkî na tê wateya bi ziman, dil, hiş xwe îfade kirin, xwe vegotin, bi rêxistin kirin û têkoşînê xurt kirin. Bi kampanyayê derxistina holê ya hebûn û heqîqeta jinê tê armançkirin. Bi van re hevgirtin, piştevaniya hev kirin, bi hevre meşîn, bikevin bingeha êrîşan û ji holê rakirine ev kampanya. Ji ber wê yekê em bi nirx dibînin kampanyayê.”   ‘BI HEVRE TEVGERÎNA JINAN DESTHILATDARIYE DITIRSÎNE’   Aras, da zanîn ku bi hevre tevgerîna rêxistinên jinan û hatina wan a ba hev desthilatdariyê ditirsîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku dema jin hatin ba hev û xwe bi rêxistin kirin desthilatdarî dizane ku wê têk biçe. Ji kesên ku bingeha têkçûna pergalê deyne yek jî eniya jina ne. Ji ber wê yekê baweriya min a li gel hemû êrîşan re jî di eniya jinan de wê li hev hatinên mezin û rêbazên têkoşîneke mezin pêşve biçin gelek mezin e.”   MA/Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel