Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê 2020-09-29 09:19:52 AMED – Hevşaredara HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, ji bo operasyona di çarçoveya "lêpirsîna Kobaniyê" de hat lidarxistin got: "Hikûmet, kengî di siyaseta navxweyî û ya derve de bixitime, Kobanê û HDP'î tên bîra wê." Her wiha Alokmen, da zanîn ku piştî operasyinê welatî ji bo piştgiriyê hatine partiya wan û bûne endam.  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna der barê çalakiyên Kobaniyê de ku di navbera 6-8'ê Cotmeha 2014'an de hatibûn lidarxistin, gelek rêvebir û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) binçav kiribûn. Bertekên li dijî binçavkirina siyasetmedaran zêde dibin.    ‘HER CARA KU DITENGIJE KOBANÊ TÊ AQILÊ WÎ'   Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, destnîşan kir ku operasyona hatiye kirin siyasî ye û got, piştî bûyeran hiqûqeke bêalî û serbixwe nehatiye kirin. Alokmen got: "Her cara ku hikûmet di siyaseta navxweyî û derveyî de dixitime Kobanê û HDP tê aqilê wê."   Alokmenê anî ziman ku sedemeke din a operasyonê jî li dijî tifaqa muhtemel a bi partiyên muxalif re hatiye kirin û got: "HDP'ê di 7'ê Hezîranê de kîmyaya îqtidarê xera kir. AKP, dixwae baxçeyê wê yê glan bêstrî be û di vî baxçeyî de tenê me wekî astengiyekê dibîne. Her wiha ji ber tifaqa muhteel a bi muxalefetê re jî sedemeke vê operasyonê ye. Nexasim piştî em û muxalefetê hatin cem hev du, hat xwestin partiya me bê krîmînalîzekirin. Lê belê ev hewldan, hewldanine bêhûde ne. Wê HDP tu carî dev ji bangawaziya xwe ya ji bo azadî, aştî û demokrasiyê bernede."    ‘DIBIN ENDAMÊN PARTIYA ME'    Alokmenê anî ziman ku ji îqtidarê we ye ku wê HDP bi operasyonên bi vî rengî bi tenê bimîne û bi dorpêçkirinan bêerk bimîne, lê belê îqtidar dixafile û got, ev operasyon jî wekî operasyonê qeyûman berevajî bûye. Alokmenê got: "Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgiriya partiya me dikin. Her wiha welatî tên avahiyên partiya me yên bajêr û naveyan û dibêjin 'Em dikarin wekî din çi bikin, em ê çawa piştgiriyê bikin' û dibin endamên partiyê. Yanî her diçe hejmara kesên di warê fermî de dixwazin bibin endamê partiya me zêde dibin."