Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê 2020-09-29 09:13:37 AMED - Li Amedê der barê 9 dibistanan de biryara rûxandinê hatibû girtin, lê belê ji ber kêmbûna budçeyê dibistanên nû nehatin çêkirin. 6 hezar û 995 xwendekarên van dibistanan li dibistanine din hatin belavkirin.  Li Amedê, piştî erdheja 24'ê Çileyê ya Xarptê, 9 dibistan xesar dîtibûn û ji ber vê biryar hatibû girtin ku dibistanên navbirî bên rûxandin. Di ser erdhejê re 9 meh derbas bûn, lê belê hîn jî dest bi çêkirina dibistanên navbirî nehatiye kirin. Dibistan bi hinceta "kêmbûna budçeyê" nehatine çêkirin. Hejmara xwendekarên van dibistanan bi giştî 6 hezar û 995 e û niha li dibistanê cuda hatine belavkirin û her wiha rewşa hin xwendekaran jî nediyar ku dê li kîjan dibistanan bên bicihkirin.    Dibistanên der barê wan de biryara rûxandinê hatine girtin û dibistanên xwendekar li wan hatin belavkirin ev in: 200 xwendekarên Dibistana Navîn a Faîk Alî şandin Lîseya Pîşeyî ya Koşûyolûyê; 700 xwendekarön Dibistana Seretayî ya Alîpinarê şandın Dibistana Sereteyî ya Huseyîn Ûlûgê; 2 hezar û 300 xwendekarên Dibistana Navîn a Çelebî Eserê qismek jê landin Lîseya Namik Kemalê û qismek jê jî şandin Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Çelebî Eserê; 507 xwendekarên Dibistana Sereteyaî ya Seyrantepeyê û Dibistana Navîna  Seyrantepeyê şandin Dibistana Sereteyî ya Yolaltiyê û Dibistana Navîn a Guner Ekînciyê; 867 xwendekarên Dibistana Navîn a Înonuyê şandin Dibistana, Lîseya Mûstafa Kemalê.    Her wiha rewşa 202 xwendekarên Dibistana Seretayî ya Cahît Sitki Taranciyê, 617 xwendekarên Lîseya Anadolûyê ya Cûmhûriyetê ya 80. Yilê, 600 xwendekarên Dibistana Seretayî ya Yûnûs Emreyê nediyar e ku wê li kîjan dibistanan bên bicihkirin.    Sekreterê Şaxa 2'yan a Egîtîm Sen a Amedê Volkan Tûncer, nayê zanîn wê dibistanên der barê wê wan de biryara rûxandinê hatine dayîn kengî bên xerakirin û wê kengî yên nû bên çêkirin. Tûncer, da zanîn ku rayedarên sendîkayê hevdîtin bi Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr re çêkirine û got, rayedarên midûriyetê gotine wê dibistanên ku di warê tapoyê de tu prisgirkên wan tunene bên çêkirin.    Tûncer, anî ziman ku piştî biryara rûxandina dibistanan hatiye girtin dû re pê hesiyane û got, piştî vê biryarê tu kar û xebat nehatine kirin. Tûncer, bal kişand ser rewşa xwendekarên van dibistanan û bicihkirina wan a li dibistanine din û got: "Bi vî awayî dev ji perwerdehieke baş berdin, di warê çûnhatina dibistanê, pirsgirêka serwîsê, pirsgirêka xwendinê, zêdebûna trafîkê û encamên rû bidin... berpirsiyarê hemûna perwerdehiya Neteweyî ye. Me pêşniyarên xwe yên di vî warî de berpêş kirin. Heger pêşniyarên me esas bigirtina, wê ew liv û tevgera zêde ya i ber pandemiyê kêm bûbûna û wê tevkariya me jî li perwerdehiya rû bi rû çêbûbûna."    MA / Fethî Balaman