Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe 2020-09-29 09:12:56 ORDÛ - Onûr Gungor, ji bo fealiyetên şîrketên madenê ku li Fatsayê xwezayê texrîb dikin bide rawestandin, bi tena serê xwe bi lingên xwas çalakiya xwendina pirtûkan dabû destpêkirin. Her diçe piştgiriya ji bo çalakiya Gungor mezin dibe. Gungor got: "Qîrîna me ya bêdeng hat bihîstin. Em li vê derê madenê naxwazin û em li dijî vê madenê ne."  Şîrketa Lêgerîna Zêr û Madenan a Altintepeyê, di sala 2019'an de li navçeya Fatsa ya Ordûyê bi siyanurê dest bi lêgerîna zêr û zîvan kiribû. Her wiha şîrketê ji bo qapasîteya zêr û zîvên derxistiye bike du qat û ji bo peymana xwe heya sala 2033'yan dirêj bike, di 10'ê Îlonê de dosyeya xwe berpêşî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê kiribû. Wezaretê jî dosyeya şîrketê qebûl kiribû.    Piştî vêgelek rêxistinên haiwrdorê bertek nîşan dabûn. Her wiha şêniyên herêmê jî bertek nîşandan û gotin: "Li orta bihuştê dojehek hat avakirin. Ev qas darstan çûn, ev qas dar çûn. Gava dar hatin rakirin ez giriyam. Ka kîvroşkên me, ka çûkên me. Darên sêv, alûc û tirî heûn. Hemû çûn. Di ser hawizên siyanurê re çûk jî anfirin."    ÇALAKIYA PIRTÛKXWENDINÊ    Onûr Gungor jî li dijî vê projeyê çalakiya pirtûkxwendinê daye destpêkirin. Gungor, her roj saet di 17.15-17.45'an de tê Qada Komarê û bi lingên xwas çalakiya pirtûkwendinê li dar dixe. Çalakiya Gungor di roja 12'an de ye û heya niha ji Stenbol û gelek bajarên din bi sedan parêzvanên jiyanê piştgirî dane çalakiya wî.    ‘EM NAXWAZIN'    Gungor got: "Em, vê madenê naxwazin, em li dijî vê madenê ne."    Gungor, anî ziman ku bi lingên xwas pirtûkan dixwînin û bi vî awayî li dijî vê projeyê derdikevin û got: "Em temasî xwezayê dikin û vê çalakiyê li dar dixin. Min bi tena serê xwe da destpêkirin, lê her roj hin kesên nû tên ûli dijî vê çalakiyê raddibin. He rdiçe ev hejmar zdetr dibe. Me tenê ji bo Fatsayê dest pê kir, lê wisa xuyaye wê bi Fatsayê re bisonîr nemîne. Ji lewra ji bajarên din jî wêne têng girtin û tên şandin."    ‘QÎRÎNA ME YA BÊDENG HAT BIHÎSTIN'    Gungor, destnîşan kir ku li Fatsayê asta texrîbatkirina xwezayê pir zêde ye û got: "Em felaketên ku dê ji niha û pê ve çêbibin texmînd ikin. Ji ber HES û karên madenan av û lehî radibe. Tevahiya xwezayê texrîb dike. Her wiha bi vê re em dixwazin bal bikişînin ser betonbûyîn jî. A rast mirov jî hay ji vê hene. Û dixwazin li dijî vê rabin. Lê endîşeyên wan hene. Me jî tiştekî wiha kir. Wê çalakî be rbi ku ev biçe, niha ew biryarê didin. Lê ber bi cihekî xweş ve diçe. Em bi hev re li vê derê rûdinên. Yanî ew qîrîna me ya bêdeng hat bihîstin."    MA / Mehmet Aslan