Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine 2020-09-29 09:12:05 ENQERE – Dekantiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê, di bin navê "Talîmata Bikaranîna Medyaya Civakî" de nivîsek bi xebatkarên tenduristiyê daye îmzekirin. Di nivîsê de hatiye gotin, ên di parvekirinên xwe de ne baldar bin wê der barê wan de "lêpirsîna îdarî" bê destpêkirin.  Dekantiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê, di 7'ê Îlonê de de rbarê "parvekirinên medyaya civakî" de talîmatek parve kiriye û bi xebatkarên tenduristiyê daye îmzekirin.    Nivîsa di bin navê "Talîmata Bikaranîna Medyaya Civakî" de hatiye parvekirin, li binî wê îmzeya Dekan Prof. Dr. Elîf Çelîkê heye. Di nivîsê de hatiye diyarkirin ku divê parvekirinên tên kirin saziya wan daxilî nava rewşeke zehmet neke û di wan de belge û agahiyên der barê fakulteya wan de tunebin.    Her wiha di nivîsê de hatiye diyarkirin ku heger nûçeyên der barê yekeya wan de li ser medyaya civakiyî bên bikaranîn de wê der baarê wan de lêpirsîna îdarî bê destpêkirin.    Li gor agahiyên bi dest me ketine gelek xebatkarên tenduristiyê û personle belgeya navbirî qebûl nekirine û îmze nekirine.    MA / Zemo Aggoz