Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e 2020-09-29 09:11:29 STENBOL – Îmzevanên 101 Porspîyan anîn ziman ku piştevaniya ji bo HDP'ê divêtiyeke demokrasiyê ye û gotin: "Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e. Ev ne partîzanî ye, ev wxedîderketina li siyaseta Tirkiyeyê ye."  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di 25'ê Îlonê de çalakiyên Kobaniyê yên sala 2014'an de kiribûn hincet û der barê rêveberên HDP'î de opereaysonek li dar xistibû. Rewşenbîran nerazîbûna xwe ji bo vê operasyona binçavkirinê anîn ziman. Nivîskar, helbestvan û hunermendên ku di 21'ê Tîrmehê de bi navê "101 Porspî" ji bo yekîtiya hêzê bang li muxalefetê kiribûn, piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê ragihandin. Parlementerê Partiya Anavatanê (ANAP) yê berê û siyasetmedarê kurd Abdulbakî Erdogmûş, nivîskar Ahmet Însel û nivîskar Aydin Engîn, bang kirin ku her kes li dor HDP'ê bibe xelek.    ENGÎN: OPERASYONA KU DIXWAZE HDP'Ê NEÇALAK BIKE    Nivîskar Aydin Engîn, operasona navbirî ji bo hilbijartineke muhtemel wekî pêngaveke neçalakkirina HDP'ê nirxand û got: "Lê belê hewldaneke badilhewa ye. Dikarin bi hincetine bêbnî rêvebirên HDP'î bigiri. Lê ya hilbijêrên HDP'î? Çi bikin jî wê nikaribin bersiva vê pirsê bidin. Hilbijêrên HDP'ê, nexasim di hilbijartina Stenbolê de xwe nîşan da ku bê hilbijêrine çi qas bidîsplîn in. Lewma ev hewldanên îqtidarê badilhewa ne. Tişta ku karibin ew jî ew e ku belkî karibin îqtidara xwe taloq bikin. Lê dê nikaribin wê jî bikin."    ÎNSEL: ÊRÎŞEKE KU LI TEVAHIYA MUXALEFETÊ HATIYE KIRIN    Akademîsyen Ahmet Însel jî anî ziman ku operasyona navbirî hem ji bo HDP bê krîmînalîzekirin hem jî ji bo Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan awayê xwe yê rêvebiriyê li tevahiya muxalefetê empoze bike hatiye kirin û got: "Ev êrîş tenê ne li HDP'ê, li tevahiya muxalefeta Tirkiyeyê hatiye kirin. Êrîşeke pir giran e. Divê ev yek bi vî awayî bê nirxandin. Tenê ne li rêvebirên HDP'î, li tevahiya hêzên demokratîk hatiye kirin. Divê ev êrîş bi vî awayî bê nirxandin."    ERDOGMÛŞ: CIHGIRTINA LI CEM HDP'Ê DIVÊTIYEK E    Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş destnîşan kir ku a hatiye kirin operasyoneke ku li tevahiya siyaseta Tirkiyeyê hatiye kirin û got, her ku îqtidar hem di siyaseta hundirîn hem jî di ya derveyî de qels dibe li hemberî kurdan û HDP'ê operasyonan li dar dixe û derdorên netewperest û dîndar konsolîde dike. Erdogmûş, destnîşan kir ku HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê fedakariyên mezin dike û got, lewma divê ev operasyona li HDP'ê hatiye kirin wekî li tevahiya muxalefetê hatibe kirin bê nirxandin. Erdogmûş, anî ziman ku divê her kes xwedî li HDP'ê derkeve û got, xwedîderketina li HDP'ê xwedîderketina li siyaseta Tirkiyeyê ye.    Erdogmûş, anî ziman ku helwesta Porsipiyan a li dijî vê operasyonê pir zelal e û got: "Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e. Ev ne partîzanî ye, ev wxedîderketina li siyaseta Tirkiyeyê ye."    MA / Nacî Kaya