Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e 2020-09-29 09:04:35 MÊRSÎN – Penaberên sûriyeyî ku li Adanalioglûyê di konan de dimînin gotin: "Em ji bo ewlehiyê hatin Tirkiyeyê, lê jiyan pir zehmet e, kar û bar tuneye. Em nikarin bişixulin."    Li Taxa Adanalioglû ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê ku yek ji navenda çandiniyê ye, penaberên sûriyeyî di konan de dimînin. Penaberên ku li nav erdên narenciyeyê dişixulin, rojê 76 TL'yî digirin.    DI KONAN DE DIMÎNIN    Penaber Raken Alî (35) anî ziman ku 6 sal in bi vî awayî dijîm. Alî, anî ziman ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiriye ji Reqayê hatine Tirkiyeyê û got, 9 kulfet in. Alî bal kişand ser zor û zehêtiyên jiyanê û got: "Welatê me Sûriye ji ber şer 9 sal in di şert û mercine zehmet d eye. Li wê derê ne jiyan ma, ne av ne jî mal. Li wê derê jiyan nemaye. Em ji bo ewlehiyê hatin Tirkiyeyê, lê li vê derê jî jiyan pir zehmet e, kar û bar tuneye. Em nikarin bişixulin."    Alî, diyar kir ku berî şer Sûriye pir xweş bû û got, li bendê ne ku şer bi dawî bibe û vegerin Sûriyeyê.    ‘EM NEXEBITIN EM Ê BIMIRIN'    Alî Mûhammed (20) jî anî ziman ku rojê 8 saetan dixebite û yewmiyeya wî 56 TL ye. Mûhammed got: "Gava dibe zivistan konên me di bin avê de dimînin. Jiyan pir zor e. Ceryan û av heye, lê bêfêde ye. Zivistanê em her roj naçin kar. Kar bi dest me nakeve. Hin patron hene 56 lîreyan didin me, hin jê kêmtir didin. Di mehekê de ancax em 15-20 rojan dişixulin. Em ji bo tenduristyê diçin deverine dûr. Gava zarokên me nexweş dikevin em diçin Tarsûsê. Pandemî heye, lê em nikairn xwe biparêzin. Şert û mercên em tê de ne li be rçavan e. Em nikarin ji konên xwe derkevin."    Salih Xidir ê 55 salî jî got: "Heger em bişixulin em ê bijîn yan na em ê bimirin. Her cara ku baran tê em di bin avê de dimînin. Cihekî ku em pê de biçin tuneye. Em nikarin li vê derê debara xwe bikin. Ez felcî me û em 5 kes in. Tenê yek ji me dişixule."    MA / Omer Akin