Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin 2020-09-29 09:03:21 ÊLIH - Ji ber ku ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin bi hezaran masî mirine.  Ji ber Bendava Ilisû-Veysel Eroglûyê ku Heskîfa dîrokî di bin avê de hişt, bi hezaran candarên avî mirine.    Piştî ku bendav heta dev hatibû tijekirin Qesra Biçûk di bin avê de mabû. Piştî vê ava bendavê hatibû berdan, lê belê cardin jî av diket qesrê. Li gor agahiyên bi dest ketin, bi kêmkirina ava bendavê re di bin navê "parastinê" de ji bo Qesra Biçûk projeyek hatiye amadekirin. Lê belê bi vê re bi hezaran masî jî xwe li cihekî teng girtine û ji ber vê bi hezaran masî jî mirine. Masiyên ku piştî ava hat kêmkirin xwe li cihekî berteng girtibûn, ji bêaviyê mirine.    Masîvan Mûstafa Çayir got: "Gava ava bendavê têm kêmkirin pengavên biçûk çêdibin. Masiyên bi xelasê diekvin diçin cihên kûr. Ên xw ebi xelasê naxin jî li vê derê dimirin. Li vê derê di nava mehekê de bi hezaran masî mirin. Berê gava em dihatin vê derê û me masî zevt dikirin, pir bûn. LÊ belê êdî masî ne di nava avê de ne."    Seymen Çoban jî da zanîn ku piştî ava bendavê hatiye kêmkirin masî li rastê mane û dimirin û got: "Piştî av hat kêmkirin masî mirin. Dibe ku bendav ji bo masiyan bi kêr bê, lê divê ava wê zêde be ku amsî nemirin."    MA / Metîn Yoksû