ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-29 09:00:07 *Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, bertek nîşanî operasyan û zextên li dijî HDP’ê dan û got: "Divê her kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Faşîzm yên ku bi tenê dimîne tune dike. Ji xeynî rêxistinê çare tune ye. Divê êdî em xwe ji rewşa parastinê derxin û faşizmê ji xwe dûr bixin."  * Hevşaredara HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, ji bo operasyona di çarçoveya "lêpirsîna Kobaniyê" de hat lidarxistin got: "Hikûmet, kengî di siyaseta navxweyî û ya derve de bixitime, Kobanê û HDP'î tên bîra wê." Her wiha Alokmen, da zanîn ku piştî operasyinê welatî ji bo piştgiriyê hatine partiya wan û bûne endam.    * Penaberên sûriyeyî ku li Adanalioglûyê di konan de dimînin gotin: "Em ji bo ewlehiyê hatin Tirkiyeyê, lê jiyan pir zehmet e, kar û bar tuneye. Em nikarin bişixulin."    * Îmzevanên 101 Porspîyan anîn ziman ku piştevaniya ji bo HDP'ê divêtiyeke demokrasiyê ye û gotin: "Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e. Ev ne partîzanî ye, ev wxedîderketina li siyaseta Tirkiyeyê ye."    * Ji ber ku ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin bi hezaran masî mirine.    * Dekantiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê, di bin navê "Talîmata Bikaranîna Medyaya Civakî" de nivîsek bi xebatkarên tenduristiyê daye îmzekirin. Di nivîsê de hatiye gotin, ên di parvekirinên xwe de ne baldar bin wê der barê wan de "lêpirsîna îdarî" bê destpêkirin.    * Onûr Gungor, ji bo fealiyetên şîrketên madenê ku li Fatsayê xwezayê texrîb dikin bide rawestandin, bi tena serê xwe bi lingên xwas çalakiya xwendina pirtûkan dabû destpêkirin. Her diçe piştgiriya ji bo çalakiya Gungor mezin dibe. Gungor got: "Qîrîna me ya bêdeng hat bihîstin. Em li vê derê madenê naxwazin û em li dijî vê madenê ne."    * Li Amedê der barê 9 dibistanan de biryara rûxandinê hatibû girtin, lê belê ji ber kêmbûna budçeyê dibistanên nû nehatin çêkirin. 6 hezar û 995 xwendekarên van dibistanan li dibistanine din hatin belavkirin.    * G.Y. anî ziman ku mêrê bi navê Devrîn Boran 3 salan ew taciz kiriye û got: "Hin peyam ji hevalên min re şandine. Gotiye, 'Wê G.Y. xwe bi xwe bê cem min.' Fikarên min hene. Ji bo ez biçim cem wî, çi hewce be wê bike."    * 20'emîn danişîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag dê li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. (10.00)    * HDP Kadın Meclisi Sözcüsü Ayşe Acar Başaran, partisine dönük baskılara ilişkin genel merkez binasında basın toplantısı düzenleyecek. (11.00)   *Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, derbarê binpêkirinên mafan ên di qada tendurisiyê de li ber derê Serbijîjkiya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî bidin. (12.30)   * Endamên Sendîkaya Karkerên Înşaatê, ji ber ku bêyî mûçe û tazmînata wan bê dayîn ji kar hatine derxistin,  li ber Ofisa Firotinê ya Buyuk Yali ya li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê daxuyanî bidin. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, serdana Qersê bike û bi gelê Qersê re bê gel hev. (13.00)     * Heyetek ku ji parêzer, hunermend, rojnameger û rewşenbîran pêk tê serdana Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bike û bibin endamên HDP'ê. (17.00)