65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-09-28 20:09:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 65 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 412 kesên din jî bi şewbê ketine. Heya niha 8 hezar û 62 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 65 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 412 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 7 hezar û 62 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî 315 hezar û 845 e.