Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine 2020-09-28 17:03:50   ÎZMÎR – Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ragihand ku li herêma Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine.    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora ku têkildarî binpêkirinên di 4 mehan de yên li herêma Egeyê pêk hatine, amade kiribû, bi daxuyaniyeke çapameniyê bi raya giştî re parve kir. Endama Komîsyonê Ayşenûr Kîzaroglû, diyar kir ku rapor 12 bajaran dihewîne nav xwe.    Kîzaroglû, destnîşan kir ku di dosyayên cînayet û destdirêjiya li dijî jinan de daxistina cezayan pêk tên û wiha got: “Bi taybetî di dozên destdirêjiyê ku zarok mexdûr bûne de faktora “rizayê” tê nîqaşkirin û faîlên zilam bi destê darazê ya bêceza tên hiştin an jî cezayekî hindik li wan tê birîn. Li dijî vê yekê divê polîtîkayên wekheviya civakê yên mayînde bên hilberandin.”   BI GIŞTÎ 197 BINPÊKIRIN PÊK HATINE   Di berdewamê de Kîzaroglû, da zanîn ku di mehên gulan, hezîran, tîrmeh û tebaxê de li dijî zarok û jinan 197 binpêkirinên mafan pêk hatine û binpêkirinên ku pêk hatine wiha rêz kir: “28 jin hatin derpkirin, destdirêjî û tacîz li 7 jinan hat kirin, 28 jin ji ber çalakiyên xwe yên cînayetan hatin binçavkirin, di çalakiyan de tundî li 28 jinan hat kirin û hatin derpkirin. 5 zarokên keç hatin îstismarkirin. 14 întihar û mirinên bi guman pêk hatin. 27 cînayetên jinan pêk hatin. Fihûş li 21 jinan hat ferzkirin.”