Girtiyên li Girtîgeha Panosê: Korona belav bû ye 2020-09-28 16:25:00 AGIRÎ - Yasîn Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê girtiye, diyar kir ku vîrûsa koronayê li girtîgehê belav bûye û daxwaz kir ku şandeyek bê girtîgehê lêkolîn bike.    Girtî Yasîn Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne , di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, ragihand ku girtî û gardiyan bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin e. Yilmaz, diyar  kir ku girtiyê  bi navê Velî Îhsan Ozdemîr bi şewbê ketiye û wî rakirine nexweşxanê. Yilmaz, fikarên xwe anî ziman û wiha got: “Testa gardiyene û karmendên girtîgehê pozîtîf derketin e.”    GIRTIYÊN DI KOMA RÎSKÊ DE HE NE   Yilmaz, dest nîşan kir ku di pergala girtîgehê de, ewiqandinek mezin heye û wiha bilêv kir: “Em pirsgirêkên cidî di warê xwarin û madeyên paqijiyê de dijîn. Em bi xwe hewl didin bergiriyên xwe bigirin. Lê derfetên me pir kêmin. Di heman demê de, li girtîgehê girtiyên nexweş ên di koma rîskê de ne, hene.”   DAXWAZA ŞANDEYÊ KIR   Yilmaz di hevdîtina bi malbata xwe re kir de wiha got: “Vîrûs li girtîgehê belav bûye. 5 hevalên meyên di koma rîskê de cih digirin hene. Nexweşiyên wan ên kronîk hene. Hevakên me Hasan Aslan ê 88 salî, Nazim Selen ê 72 salî, Sadettîn Demîr ê 72 salî, Fîlît Tîltay ê 72 salî û Hikmet Gunakin ê 75 salî di koma rîskê de cih digirin. Şer û mercên girtîgehê xirabin. Ji ber vê yekê derbarê rewşa hevalên me de, fikarên me hene. Em dixwazin ev pirsgirêkên me ji raya giştî re bên parvekirin û bi lezgînî şandeyek bê girtîgehê û lêkolîn bike.”