Endama Rosayê Remziye Sizici tehliye bû 2020-09-28 16:24:32   AMED – Endama Komeleya Jinan a Rosayê Remziye Sizici, di danişîna yekemîn a doza xwe de tehliye bû.    Yekemîn danişîna doza Endama Komeleya Jinan a Rosayê û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici ku di çaroveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li komeleya wan hatibû destpêkirin de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Sizici, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê û Adalet Kaya ku berdayî tê darizandin jî li danişînê amade bûn.    Piştî ku danişînê dest pê kir, Sizici û parêzerên wê parastin kirin û daxwaza berdanê kirin. Piştî parastinan heyeta dadgehê navberek da danişinî. Piştî navberdayînê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û biryara beraet û berdana Sizici da. Heyeta dadgehê danişînî jî taloqî 25’ê çileya 2021’an kir.