Komkujiya Roboskî di meha 105’emîn de ye: Bêcezahiştin didome 2020-09-28 16:06:47 ENQERE – Hewldana ji bo Roboskî Edaletê, di meha 105’emîn a komkujiyê de ev daxuyanî da: “Rastiya tiştên em jiyan; nebûna edalet û bêcezahiştinê ye. Di nav aştiyê de em alîgirê pêkve jiyanê ne.”   Hewldana ji bo Roboskî Edaletê, di meha 105’emîn a Komkujiyê Roboskî ku 19 jê zarok bi giştî 34 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû de, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da. Endamê Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Ferhat Encu û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Enqerê Vezîr Parlak jî tevlî daxuyaniyê bûn.    EDALET PÊK NEHATIYE     Di daxuyaniyê de Endamê Hewldanê Tanjû Gunduzalp axivî û bi bîr xist ku di ser komkujiyê de 3 hezar û 197 roj derbas bûne û hê jî edalet pêk nehatiye û wiha got: “Di civakên ku di nav aştiyê de dijîn û hemû mafên wan ên demokratîk radestî wan hatine kirin û pêkanîna komkujiyan nayê fikirîn. Lê zihniyeta ku ji 100 salî ve serdestê welat e, di hêla komkujiyan de heta tu bibêjî tabloyeke nebaş raxistiye ber çavan.”   ALIGIRIYA PÊKVE JIYANÊ   Gunduzalp, bal kişand ser memeleya li navçeya Şaxê ya Wanê ya li dijî welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şiban û operasyona li dijî HDP’ê ya bi hinceta “lêpirsîna Kobanê” pêk hatibûn jî ev tişt got: “Rastiya tiştên em jiyan; nebûna edalet û bêcezahiştinê ye. Di nav aştiyê de em alîgirê pêkve jiyanê ne. Heta ku edalet neyê Roboskî wê edalet neyê welat jî. Roboskî azmûna dewlet û desthilatê ye.”   ŞÊWAZA SIYASETÊ   Ferhat Encu jî, destnîşan kir ku 105 meh in tu kes ji ber komkujiyê nehatiye darizandin û got ku bi desthilateke ku polîtîkaya bêcezahiştinê kiriye şêwaza siyasetê re rûbirû ne.