Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev 2020-09-28 15:00:20   QERS – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev û li bajar hin serdanan pêk bîne.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bi armanca piştgiriya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen k udi çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de hatiye binçavkirin, dê sibê biçe serdana Qersê û bi gelê Qersê re bê gel hev.  Wê Bûlrdan li balefirgehê bê pêşwazîkirin û piştre li ber avahiya HDP’ê ya li bajar xîtabî gel bike. Tê payîn ku Bûldan gel jî ziyaret bike û biçe Şaredariya Qersê.    Rêxistinê HDP’ê ya Bajar, bi belavokan gelê Qersê vexwendin bernameya xwe ya sibê.