Rêxistinên Sivîl banga xwedî derketina li HDP’ê kirin 2020-09-28 14:55:52 STENBOL – Rêxistinên Sivîl, bi sernavê “Darbeya li HDP’ê ne ji bo guhertina rojevê ji bo guhertina rejîmê ye” daxuyaniyek weşandin û banga xwedî derketina li HDP’ê kirin.     Hewldana ji Nêrînê re Azadî ya Enqerê, Yekitiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB), Platforma Komeleyên Rojhilat-Rojhilatê Başûr û Platforma Siyaseta Sivîl jî di nav de 9 rêxistinên sivîl, derbarê operasyona ku bi hinceta “lêpirsîna Kobanê” li dijî HDP’ê pêk hatibû de daxuyaniyeke nivîskî dan.      BANGA XWEDÎ DERKETINÊ   Rêxistinan,  daxuyaniya xwe bi ser navê “Darbeya li HDP’ê ne ji bo guhertina rojevê ji bo guhertina rejîmê ye” weşand û têde diyar kirin ku operasyona dawîn a li dijî HDP’ê bi awayekî vekirî darbeyeke kûjer a li dijî demokrasiyê û binpêkirina maqaqanûnî ye û banga xwedî derketina li HDP’ê kirin.      RÊXISTINÊN ÎMZE KIRINE   Rêxıstınên ku daxuyanıyê îmze kirine wiha ne: Hewldana ji Nêrînê re Azadî ya Enqerê, Yekitiya Ji bo Demokrasiyê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Rojhilatê Başûr, Platforma Siyaseta Sivîl, Koma Diyalogê, Hewldana li dijî Sûcê Nêrînê (!?), Platforma Heq û Edaletê, Komeleya Endamên Hîndekariya Zanîngehê û Hewldana Welatî.