TUM BEL-SEN bertek nîşanî îxrackirina karmenda da 2020-09-28 14:29:29   AMED – Hevseroka Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Nîhal Yanik bertek nîşanî îxrackirina 8 endamên wan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da û xwest endamên wan demildest li karê wan vegerînin.    Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Şaredariyan Hemû û Rêveberiya Xwecihî (TUM BEL-SEN) a Şaxa Amedê civînek çapemeniyê li avahiya xwe li dar xist û bertek nîşanî derxistina ji kar a 8 karmendên endamên wan ên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da. Hevseroka TUM BEL-SEN’ê ya Şaxa Amedê Nîhal Yanik daxuyanî da û diyar kir ku aloziya li welat her roja ku diçe kûrtir dibe û îqtîdara ku welat di bin tekela xwe de birêve dibe karker û kedkaran kiriye hedefa xwe û kirine ku ev welat ji jiyankirinê re kirine dojeh. Yanik bertek nîşanî îxrackirina 8 endamên wan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da û got îxrackirina endamên wan dij hiqûqî ye. Yanik xwest endamên wan demildest li karê xwe bên vegerandin.