Şermezarkirina binçavkirinan dewam dike: Tekane çareserî berxwedan e 2020-09-28 14:18:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî binçavkirinên siyasetmedarên HDP’ê dewam dikin. Di çalakiyan de peyama “Li dijî zextan berxwedan” hat dayîn.  Çalakiyên şermezarkirina li dijî operasyona binçavkirinên siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro jî dewam kirin.    ENQERE   Platforma Jinan a Enqerê li avahiya TUMBEL-SEN’ê derbarê binçavkirina de de civîna çapemeniyê li dar xist. Endama platformê Asli Han di daxuyaniyê de axivî û xwest kesên dibin çavan de tavilê bên berdan. Han, da zanîn ku ev operasyon ne hiqûqiye û wiha got: “Ev operasyon siyasiye.”   Han, anî ziman ku ev binçavkirina bûye rojeveke bingehîn a welat û wiha got: “Desthilatdarî bi zext û teslîm girtinê bi rêve dibe. Emê li dijî van hemûyan li ber xwe bidin. Em baş dizanin ku ger em li ber xwe nedin emê tu carî nefes nedin û nestînin. Divê siyasetmedarên hatin binçavkirin tavilê bên berdan.”    MÊRDÎN     Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî, li ber avahiya partiyê li dijî binçavkirinan daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext wê tu carî me têk nebin” hat vekirin. Parlamenter Tiryakî di daxuyaniyê de axivî û got: “Ewê winda bikin û emê qezenc bikin.” Tiryakî, da zanîn ku ev 5 salin êrîşên tol girtinê yên li dijî partiya wan dewam dikin û wiha bilêv kir: “Li holê hiqûq tuneye û ne jî pêvajoyekê darizandinê heye. Lê tenê operasyona siyasî heye. Operasyona qirkirina siyasî ya  desthilatariyê heye. Lê bila baş bê zanîn ku ewê tu carî bi ser nekevin.”    Piştî daxuyaniyê dirûşme hatin berzkirin û dûre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Piştre jî çalakî bi dawî bû.  DERSIM Înîsiyatîfa Çand û Huner a Dersimê, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn û rêveberrên Rêxistina HDP’ê beşdarî civînê bûn. Hunermend Ozlem Armen, di civînê de axivî û got: “Dixwazin bi polîtîkayên zextan HDP’ê têk bibin. Divê hikumet tavilê dest ji van pêkanînên xwe ber de. ÎZMÎR ÎHD, Weqf Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê )OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Endamên Komeleya Rojeva Mafê Mirovan û Piras Gelan (ÎHDG), rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ziyaret kirin. Nûnerên komeleyan di serdana xwe de, diyar kirin ew piştevaniyê didin HDP’ê. AYDIN Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, Rêxistina HDP’ê ya Aydinê ziyaret kir. Endamên platformê, ji aliyê rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Endamên platformê di serdana xwe de, peyama piştevaniyê da.