Serdanên HDP’ê didomin: Divê bloqa antîfaşîst bê avakirin 2020-09-28 13:49:10   ENQERE – Ji endamên Akademiya Piştevaniyê ya Enqereyê Sevîlay Çelenk, di serdana piştevaniya HDP’ê de diyar kir ku divê bloqa antîfaşîst bê avakirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku plana dîzaynkirina civakê ya desthilat dikare ji aliyê hêzên civakî bê rawestandin.    Serdanên piştevaniya HDP’ê yên li dijî operasyona ku bi hinceta “bûyerên Kobanê” li dijî wê hatin lidarxistin, didomin. Heyeteke endamên Akademiya Piştevaniyê ya Enqereyê (ADA), serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kir. Heyet ji aliyê Hevserokê Giştî HDP’ê yê Mîthat Sancar û endamên MYK’ê ve hat pêşwazîkirin.    PEYAMA HDP’Ê    Di serdanê de endama ADA’yê Akademîsyena Aştiyê Sevîlay Çelenk, axivî û diyar kir ku bi operasyona li dijî HDP’ê ji muxalefetê re peyam tê dayîn û wiha got: “Operasyon li dijî me hemûyan e. Tê xwestin ku muxalefet bitirse. Lê piştgirî nîşan didin ku operasyon hatiye defandin. Heke pandemî nebûna em ê hê bi hêztir bûna. Li gel pandemiyê de dîtina ku nikarin piştevaniyê asteng bikik cihê kêfxweşiyê ye. Em bi we re ne.”   SPASIYA HDP’Ê   Hevserokê Giştî HDP’ê yê Mîthat Sancar, derbarê operasyonê de agahî da heyetê û bal kişand ser têkoşîna hevpar û got ku plana dîzaynkirina civakê ya desthilat dikare ji aliyê hêzên civakî bê rawestandin. Her wiha ji ber serdana wan Sancar spasiya endamên heyetê kir.