Binçavkirina HDP’iyan li Cizîrê hat şermezarkirin 2020-09-28 12:59:14   ŞIRNEX – Rêveber û endamên Rêxistina HDP’a Cizîrê binçavkirina endam û rêveberên partiya xwe pêk hat şermezar kir.    Bertekên li dijî binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê yên berê û niha di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin didomin. Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîra Şirnexê li dijî binçavkirinê li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP'ê yên Şirnex û navçeyan, aktivîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Jinên HDP'ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Operasyonên qirkirina siyasî dê biryara me ya têkoşînê zêde bike” û “Bêdengî tune ye, em berxwedan bi xwe ne" hatin vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç ve hat xwendin.    'OPERASYON BERDEWAMIYA DERBEYÊN SÎYASÎ YE'    Tunç anî ziman ku hikûmet bûyerên Kobanê wekî ku nû qewimîne nîşan dide û got: “Me gelek caran pêşniyar kir ku bûyerên 6-8'ê Cotmehê bila ji aliyê komîsyonek Parlementoyê ve were lêkolînkirin. Lê ev pêşniya her tim bi dengê îqtîdara AKP û MHP'ê ve hatin redkirin. 6 sal bi ser re derbas bûn, lê AKP bi operasyonên siyasî wekî ku tiştek nû çêbûye nîşan dide. HDP bi operasyonek nû re rûbirû nîne, li dijî HDP'ê operasyonek nû nayê kirin. Ev operasyona li dijî HDP’ê berdewamiya operasyonên berê ye, ev hewlek darbeyê ye. Di heman demê de berdewamiya darbeyên siyasî yên AKP'ê ye."   'BITIRSIN WEXTÊ HDP'Ê YE'   Tunç bal kişand ser binçavkirina Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî ku ji heman lêpirsînê hat binçavkirin û wiha got: “Ayhan Bîlgen îradeya gelê Qersê ye û ji xeynî xizmetkirina ji bo gelê Qersê tu sûcê wî tune ye. Sirri Sûreyya Onder hevalek me ye ku bi beşdarî pêvajoya aştî û muzakereyê bû û beşdarî aştiya vî welatî bû. Ayla Akat Ata ji bilî xebata jinan têkoşînek din neda. Têkoşîna xebata jinan ne sûc e û nabe ku bikin sûc. Em ê li dijî antî faşîzmê aştiyê ava bikin, em ê demokrasiyê ava bikin. Partiya me wê rejîma dewletê hilweşîne. Yên ku bêtir faşîzmê hembêz dikin bila vê yekê bizanibin ku; HDP tê. Bitirsin wextê HDP'ê ye."   Piştî daxuyaniyê girse derbasî çalakiya rûnistinê bû. Çalakî bi dirûşmeyên" HDP gel e, gel li vir e" bi dawî bû.