Di doza Kaşikçi de doznameya duyemîn hat amadekirin 2020-09-28 12:50:52   STENBOL – Di doznameya duyemîn a ku derbarê Rojnameger Cemal Kaşikçi de hat amadekirin de ji 2 xebatkarên seferatxaneyê re cezayê muebbetê hat xwestin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê doza rojnameger Cemal Kaşikçi ku li Seferatxaneya Erebistana Siûdî hatibû kuştin de doznameya duyemîn amade kir. Di doznameyê de navê 6 bersûcan derbas dibe û derbarê xebatkarên seferastxaneyê Sûltan Yahya A. û Yasîr Halît M. de cezayê muebbetê hat xwestin.    Derbarê 4 bersûcan ku piştî kuştina Kaşikçi delîlan ji holê dabûn alî jî heta 5 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.