Cezayê heta hetayê yê girankirî li kujerê parêzer Boylû hat birîn 2020-09-28 12:50:27 AMED – Danişîna biryarê ya doza Mesût Issi yê hevjîna xwe Muzeyyen Boylû qetil kiribû hat lidarxistin. Dadgehê cezayê heta hetayê yê girankirî li Issi birî.    Muzzeyen Boylû û hevjînê xwe Mesût Issi li ber ji hev berdanê bûn. Messût Issi gule li Muzzeyen Boylû reşandibû û ew li naverastê ew qetil kiribû.    Danişîn biryarê ya doza Mesût Issi yê girtî tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Issi bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerê bersûc jî di danişînê de amade bû.   Malbata Boylû, parêzerên Boylû Cîhan Aydin, Hatîce Demîr, Serdar Ozer, Oyku Çakmak û Sînan Tanrikûlû beşdarî danişînê bûn û li ewyana dadgehê amade bûn.    Serokê dadgehê ji ber vîrûsa koronayê destûr neda rojnamevan danişînê bişopînin û ji bo şopandinê jî çend kesan berda hundir.    Dozger biryara xwe eşkere kir û derbarê Issi de ji sûcê “hevjîna xwe bi qestî kuştiye” cezayê heta hetayê yê girankirî xwest. Piştî parastinan dadger navber da danişînê.    Şandeya dadgehê pişt re civiya û ji sûcê “hevjîna xwe bi qestî kuştiye” cezayê heta hetayê yê girankirî da Messût Issi.