Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin 2020-09-28 12:50:00 ENQERE – Dema binçavkirina siyasetmedarên ku di çaroveya lêpirsîna “bûyerên Kobanê” de hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.    Endamên MYK’a HDP’ê ya sala 2014’an jî di nav de siyasetmedarên ku di çaroveya Lêpirsîna “bûyerên Kobanê” de hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Enqereyê. Li ser daxwaza dema zêdek a dozger, siyasetmedarên ku derketin dadgehê dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.    Piştî vê yekê polisan siyasetmedaran careke din birin Miduriyeta Polisan a Enqereyê.