Bîlgen: Yên danîna qeyûm difikirin bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs bixwînin 2020-09-28 12:37:40 QERS – Hevaşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di binçavan de têkildarî îdiayên dê qeyûm tayînî şaredariya wan bikin got: “Yên ku tayînkirina qeyûm difikirin, bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs 150 sal berê derbarê Qersê de gotibû bixwînin.”    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di 25’ê îlonê de di  çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de tevî gelek siyasetmedarên HDP’yî hatibû binçavkirin. Bîlgen bi rêya parêzerê xwe peyam şand. Bîlgen di peyamê de têkildarî jehrîbûna xwe got piştî ew ji ber xwarinê jehrî bûye avê vedixwe û ew ji bo her kesî silavên xwe dişîne.    GOTEGOTÊN TAYÎNKIRINA QEYÛM   Bîlgen di peyama xwe de têkildarî gotegotên dê qeyûm tayînî Şaredariya Qersê jî bikin wiha got: “Yên ku tayînkirina qeyûm difikirin bişînin ser şaredariya me, bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs 150 sal berê derbarê Qersê de gotibû bixwînin. Walî nikaribû bajêr birêve bibe û neçar mabû şûra ava bike.”