11 sal derbas bûn lê faîlek nehat darizandin 2020-09-28 12:22:35 NAVENDA NÛÇEYAN – Di ser qetilkirina Ceylan Onkol a li Licê bi topa hewanê ya leşkeriyê hat qetilkirin 11 sal derbas bûn û wêneyek ji 7 saliya wê mane û çavên wek çavên karxezalan in di bîra mirovan de maye. Lê heta niha hêj faîlek nehatiye darizandin.    Li gundê Xanbaza girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 28’ê îlona 2009’an de Ceylan Onkol a pezê xwe diçêrand bû hedefa topên hewanê yên ji qereqola leşkerî hatin avêtin. Topên hewanê li Onkol ketin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Her kes Ceylana 12 salî bi wî wêneyê wê ku ji 7 saliya wê maye nas dike. Awirên Ceylanê yên di wî wêneyî de di bin hişê her kesî de ye. Ew awirên Ceylanê wek çavên karxezalan pênasekirin. Bi ser qetilkirina Ceylanê re 11 sal derbas bûn lê bes heta niha failek jî nehatiye darizandin.    DOSYEYEA CEYLANÊ JÎ RAKIRIN NAV DOSYEYÊ FAÎL NEDIYAR    Piştî qetilkirina Ceylanê lêpirsîn hat destpêkirin. Lê belê dosyeya lêpirsînê di refên faîlê nediyar de hat hiştin.    Tevî ku dayika Ceylanê, Salîha Onkol parçeyên canê keçika xwe li cihê bûyerê di pêşa fîstanê xwe de berhev kir û delîlên cihê bûyerê hemû da dozgeriyê jî lê dozgeriyê “biryara lêgerîna daîmî” da.    Piştî serlêdana dadgeriyê, 2’yemîn Dadgeha Îdareya Amedê biryara 28 hezar û 208 lîra û 85 qirûş razandina tazmînata madî da. Ji bo tazmînata manevî jî biryara redê da.    Li pey Ceylanê wêneyê wê faroniyê zer û awirên di bin hişan de cih girt, qîrîn û hawara dayik û birayê wê mabû.