Siyasetmedarên dibin çavan de anîn Edliya Enqerê 2020-09-28 12:03:26 ENQERE - Siyasetmedarên HDP’î yên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibûn binçavkirin, anîn Edliya enqerê. Destûr nayê dawîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin.   Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê endamên MYK’a HDP’ê yên berê û niha jî di nav de 20 siyasetmedar di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Siyasetmedar li Miduriyeta Polîsan a Enqerê dihatin girtin anîn Edeliya Enqerê. Dozger di çarçoveya lêpirsînê de, xestibû ku dema binçavkirina siyasetmedaran bê dirêjkirin. Siyasetmedar wê derkevin pêşberî 3’yemîn dadgeha Cezayê Sûlhê.    20 siyasetmedarên Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevseroka Giştî ya BDP’ê ya berê Emîne Ayna, endamê MYK’a dema nû ya HDP’ê Alp Altinors, parlamenterên berê Ayla Akat Ata û Altan Tan jî di nav de berî bînin edliye, ewlekariyek zêde hat girtin. Polîs li hemû qadên Edliyê hatin bicihkirin û polîsan di ketina avahiyê de barîkat danîn.    DESTÛRÊ NADIN HEVDÎTINA PARÊZERAN    Siyasetmedar li ber 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Enqerê tên rawestandin û ji bo hevdîtina  parêzeran destûr nayê dayîn.  Li aliyê din parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Mûrat Çepnî, xwestin li edliyê bi siyasetmedaran re hevdîtinê bikin, lê ji aliyê polîsna ve hatin astengkirin.    Piştî ku biryara dema dirêjkirina binçavkirina siyasetmedaran hat dayîn, wê dîsan paşve bibin Miduriyeta Polîsan a Enqerê.