Ji Fîlîpînê heta Ewropa ji Fasê heta Brezîlyayê piştevaniya ji bo HDP’ê 2020-09-28 12:03:00 ENQERE – Partiyên ji Fîlîpînê, Ewropa, Fas û Brezîlyayê ji bo binçavkirinên HDP’ê peyama piştevaniyê şandin û diyarkirin ku ew piştgiriya HDP’ê dikin.    Nerazîbûna endam û rêveberên HDP’ê yên li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatin binçavkirin didome. Partiya Keskan a Elmanya, Koalîsyona Çep a Radîkal (SYRIZA) a Yewnanîstan, Ji Fîlîpînê Partiya Kedkarên Girseyî, Partiya Sosyalîz û Azadiyê ya Brezîlya, ji Îngîlîstanê Înîsiyatîfa Aştiyê ya Kurdistanê, ji Fasê Partiya Sosyalîst Hevgirtî û Komeleya Jinên Pêşverû li dijî binçavkirinan peyamên piştevaniyê ji HDP’ê re şandin û gotin ew li cem HDP’ê cih digirin û xwedî li HDP’ê derdikevin.