Dengdêrên AKP û MHP’ê: Binçavkirina Bîlgen bêhiqûqî û bêdaletî ye 2020-09-28 11:20:04 QERS – Hilbijêrên AKP, MHP, CHP û SP’ê binçavkirina Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen wek “bêhiqûqiyê” nirxandin û gotin: “Em xemgîn in, yên ku pêwîst e werin girtin ew kesên vê bajarî malaştin û reviyan e.”    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen 4 roj in di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê di binçavan de têr agirtin. Bîlgen li Qersê gelek kar û xizmetek li gorî dilê xelkê Qersê birêve bir. Hilbijêrên wî jî û yên partiyên din jî ji vê yekê kêfxweş in. Hilbijêrên dengê xwe dane AKP, MHP, CHP û Partiya Saddetê nerazîbûn nîşanî binçavkirina Bîlgen dan.    ‘ÊDÎ DI HEPSAN DE CIH NAMEYE’    Kazim Altinter ê di hilbijartina xwecihî de dengê xwe da CHP’ê wiha berteka xwe tîne ziman: “Cara yekem e Qers wisa paqij e. Çima vî însanî binçav dikin, ne heyfa însanên Qersê ye? Heke hûn wî bixin hepsê jî wê çi bikeve destê we? Êdî wisa bûye ku di hepsan de cih nemaye.”    HILBIJÊRÊ MHP’Ê: BÊHIQÛQÎ YE    Welatiyek dengê xwe daye MHP’ê û naxwaze navî wî di nûçeyê de were eşkerekirin jî wiha dibêje: “Binçavkirina Ayhan Bîlgen bêhiqûqî ye. Ez netewperestê tirk im lê ji ber binçavkirinê gelek xemgîn im.”    ‘BILA HESAB JI WAN KEDXWARAN BIPIRSIN’    Orhan Kurtoglû jî diyar kir ku ew endamê AKP’ê ye û cara yekem e ku bajarê wan ji aliyê rêveberiyek wiha ve tê birêvebirin û ew ji binçavkirina Bîlgen ne razî ne. Kûrtoglû anî ziman ku ew ji Bîlgen gelek memnûn in û got: “Ji bo Qersa me serokek gelek baş e û em pir jê kêfxweş in. Serokên beriya Bîlgen, Qersê mêtin û reviyan çûn. Di esasê xwe devê ew kes werin binçavkirin û darizandin. Yanî tercîhek divê were kirin, ew kesên vî bajarî metin divê werin binçavkirin an jî yên vî bajarî xweşik dikin werin binçavkirin.”    ‘NEZARETXANE NE CIHÊ WÎ YE’   Atakan Bezerk jî diyar dike ku ew ne HDP’yî ye û got ew binçavkirina Ayhan Bîlgen wek rewşek xeternak dibîne. Bezerk da zanîn ku rêveberiya HDP’ê kedek baş dide û xebatek baş dike û cihê xizmetkarek wiha cihê wî ne binçavkirin û hepisxane ye û loma ew niha xemgîn e.    HILBIJÊRÊ SP: BÊEDALETÎ YE    Gaffar Edîs ê hilbijêrê Partiya Saddetê ye jî anî ziman ku ev tişta qewimiye bi ser meseleya partîbûnê re pêk hatiye. Edîs da zanîn ku binçavkirin biryarek siaysî û dij hiqûqî ye û got: “Hemin sûcek wî hebû ev 6 sal in hûn li ku bûn? Ev operasyon ji bo tepsandina HDP’ê tên kirin. Dixwazin hilbijêrin vir bitirsînin. Ez li aliyê mezlûman cih digirim. Tevî ewqas astengî jî vê xizmet û karê baş kirine, bi rastî jî ez bi kêfxweşî lê dinêrim. Em ê vê bêedaletiyê qet û qet qebûl nekin.”    ‘HIKUMET WÊ JI ŞÛN VE DENGAN JI QERSÊ NEGIRE’    Bulent Demîrcî jî destnîşan kir ku bi binçavkirina van siyasetmedaran neheqî li welat hatiye kirin û got: “Hevşaredar bi îradeya gel hatine bijartin. Ji ber ne alîgirê hikumetê bûn hatin binçavkirin. Min wî bijartiye heyran. Tu sûc û gunehî wî tune ye, çima ev însan hat binçavkirin? Heke ev rêveberî biçe wê ev bajar dîsa di nava gemarê de bimîne. Ayhan Bîlgen însanek dirûst û baş e. Heqê kesî naxwe û nahêle heqê kesî jî were xwarin. Ji berk u ew li dijî neheqiyê ye wî binçav dikin. Ji niha şûn ve wê hikumet ji Qersê dengan negire.”    MA / Dîndar Karataş