Dema binçavkirina siyasetmedaran wê were dirêjkirin 2020-09-28 10:15:43   ENQERE – Parêzerên 20 siyasetmedarên bi hêceta “Lêpirsîna Kobanê” hatin binçavkirin diyar kirin ku li emniyetê îfade hêj nehatine girtin û wê dema binçavkirina wan were dirêjkirin.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê endamên MYK’a HDP’ê yên berê û niha di nav de 20 siyasetmedar di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Siyasetmedar li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Operasyon li 7 bajaran hatibû lidarxistin. Parêzerên siyasetmedaran ragihandin ku li emniyetê hêj îfadeyên miwekîlên wan nehatine girtin û gotin wê dema binçavkirina wan were dirêjkirin.    Parêzeran diyar kir ku derbarê lêpirsînê de “biryara nepen” heye û ew ê îtîrazî dirêjkirina dema binçavkirinê bikin. Parêzeran got ew ê hewl bidin bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtinê pêk bînin.    BINÇAVKIRÎ JEHRÎ BÛNE    Li aliyê din Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiyar ragihand ku siyasetmedar ji ber xwarinê jehrî bûne û jehriyê bandorek neyînî li ser Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Can Memîş û Îsmaîl Şengun û Ayla Akat Ata kiriye. Dede got Bîlgen, Memîş û Şengun rakirine nexweşxaneyê, Bîlgen ji nexweşxaneyê hatiye derxistin, Memîş û Şengûn li nexweşxaneyê hatine dermankirin û rewşa wan bi giştî baş e.    PARÊZER HATIN ASTENGKIRIN    Vê sibehê parêzer çûn Miduriyeta Polîsan a Enqereyê û xwestin bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, lê hatin astengkirin û hevdîtin nekirin. Parêzeran got ji bo ew dermanên Ayhan Bîlgen ê jehrî bûbû ji bo bidinê çûne emniyetê.