Birayê Nadîra Kadîrova: Dîmen pişt rast dikin ku Unal ê AKP’î Nadîra kuştiye 2020-09-28 09:05:45 ENQERE - Birayê Nadîra Kadîrova ya bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da Mûhammet Alî Kadîrov, ji bo dîmenên odeya Nadîra pênaseya “dîziya faşîst” kir û got: “Ev dîmen, pişt rast dikin ku parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal xwişka min kuştiye.”   Di 23’yê Îlona 2019’an de, li mala Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal, jina Ozbekîstanî Nadîra Kadîrova bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Bi ser mirina Kadîrova re salek derbas bû. Ligel ku salek bi ser mirina Kadîrova re derbas bû jî, hîna awayê mirina wê tê veşartin. Ji bo dosyeya têkildarî mirina Kadîrova biryara ne şopandinê hat dayîn. Piştî evqas dem, balkêşe ku nû dîmenên têkildarî lêkolîna cihê bûyerê ya di odeya Kadîrova de rû da, derketin holê.    Birayê Nadîra Kadîrova Muhammet Alî Kadîrov ê li Rûsyayê dijî, derbarê dîmenan de axivî û wiha got: “Ev saleke, em bi malbatî di rewşekê pir xirab de ne. Bi ser mirina xwişka min re salek derbas bû. Lê Şîrîn Unal ê AKP’î bi tu awayî li wan negeriya ye.” Bira Kadîrov, Unal ê AKP’î berpirsê mirina xwişka xwe dît û wiha bilêv kir: “Şîrîn Unal bûye mirovekê rûyê Komara Tirkiyeyê. Parlamentereke. Çawan dibe ku tacîzî jinekê ku di temenê neviya xwe de, bike û bi guleyan bi kuje?”   'ŞÎRÎN UNAL Ê AKP'Î BERPIRSIYARE’   Kadîrov, bertek nîşanî îdîayên derbarê xwişka xwe de hatin belavkirin da û wiha domand: “Şîrîn Unal ji bo xwe parêzer û dozger eyar kirine. Ji xwişka min re gotin şizofren e. Tu delîleke wiha di destê wan de tuneye. Dîsa xwişka min bi fihûşê sûcdar kirin. Lê ev ne raste. A rastîn, ez ji ber van hemûyan gilîdarim. Bêbextiyê li xwişka min dikin. Gelo li gorî kîjan qanûnan van bêbextiyan dikin. Ez baş dizanim ku li gel van tirsa xwedê tuneye. Ger ji xwedê bitirsiyan, xwişka min tacîz nedikirin û ne di kuştin. Di encama tipa edlî de jî, derket holê ku xwişka min hatiye tacîzkirin.    ‘UNAL HER KES BI PERÊ HERAM KIRÎN’   Kadîrov, anî ziman ku roja xwişka wî jiyana xwe ji dest da, bi hev re axivîn û wiha rêz kir: “Li pêş têkoşîna me ya hiqûqî her tim astengiyê derdixin. Ji roja ku xwişka min jiyana xwe ji dest dayî ve em li her derê têkoşîna hiqûqê didin. Ji bo dosyaya wê biryara ne şopandinê dan. Îtîraza me ya li dijî vê hat redkirin. Em çikir, pêşiya me girtin. Hewl didin bi ser bûyerê bigirin. Li nexweşxanê jî, derket holê ku berî xwişka min jiyana xwe ji dest bide, derman dayînê. Me xwest ev derman çiye û çi demê bi wê dane vexwarin bizanîn. Lê  bijîşkan bersiv nedan me. Dîsa bersiva vê yekê nedan parêzerên me. Ji ber ku Şîrîn Unal her kes bi pereyên herem kirî bû. Em bi van zextan re rûbrû man.”   ‘MÎNA DÎZEYEKÊ FAŞÎST BÛ’   Kadîrov, ji bo dîmenên odeya Nadîra jî pênaseya “mîna dîziyek faşîst” kir û wiha hirsa xwe anî ziman: “Dema min li dîmenan mêze kir, weke ku min li fîlmekê tirsê temaşe kir. Ger ez di wê kêliyê de, di wê odeyê de bûma, ezê pir bitirsiyam û mine pir êş kişandiba. Pir tirsnak bû. Hem derziyên tiryakê li xwişka min xistene û hem jî hev ketine. Ez pê bawerim ku di wê odeyê de, ji kesekê zêdetir mirovan li xwişka min xistiye. Di bedena xwişka min de şopên lêdanê hebûn. Pişta serê wê hatibû derpkirin. Bin çavê wê yê çepê reş û şîn bibû. Şîrîn Unal ê AKP’î xwişka min kuşt. Ger Şîrîn Unal nebûya, niha ji zûde ev bûyer ronî bibû û sûcdar hatibûn cezakirin. Destê rastê yê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Şîrîn Unale. Ev dîmen pişt rast dike ku Şîrîn Unal xwişka min kuştiye.”   ‘DENGÊ MIN BIBIHÎSIN’   Kadîrov, da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe dewam bike û wiha bang li raya giştî kir: “Dengê min bibîhin. Ez banga hestiyariyê dikim. Ez dizanim tu tişt nikare xwişka min paşve bîne. Lê ez dixwazim tiştên bi serê xwişka min hatin, bi serê tu kesên din neyê. Em vê têkoşînê ne tenê ji bo Nadîra didin. Em ji bo hemû jinên hatine kuştin didin. Em ji bo Şûle Çet, Rabîa Naz, Aleyna Çakir û Gulîstan Dokû ya winda vê têkoşînê didin.”   MA / Dîren Yurtsever